Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Sûriyeyê li bajarê Bûkemalê yê Dêrezorê, dest danî ser hinek mûşekên dijbalafir ên ku ji bo qaçaxçîtiyê hatibûn amadekirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bûkemalê agahî bi dest xistine ku li malekê mûşekên dijbalafir hatine veşartin.
Mûşekên SAM-7 hatin dîtin
Hêzên ewlehiyê bi ser wê malê de girt û dest danî ser hinek mûşekên cureyê "SAM-7" (Strela-2).
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çekên giran ji bo qaçaxçîtiyê û derxistina derveyî welat hatibûn amadekirin.
Wezaretê da zanîn ku wan dest daniye ser mûşekan û ji bo şopandin û girtina hemû kesên pêwendîdar lêpirsîneke berfireh dest pê kiriye.
Li Zebedaniyê jî çek hatibûn girtin
Hêjayî bibîranînê ye ku Birêvebiriya Ewlehiya Hundirîn a herêma Zebedaniyê ya li çoltera Şamê 17ê vê mehê hewleke ji bo qaçaxçîtiya çekan pûç kiribû.
Hatibû ragihandin ku ew barê çekan ji bo Libnanê dihat amadekirin û tê de gelek roketên "RPG" hebûn.
Divê were gotin ku Bûkemal li ser sînorê Îraqê ye.
Beriya rûxîna desthilata Esed (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an), ev bajar wekî rêya sereke ya veguhestina çekan a ji bo Hizbulaha Libnanê û komên çekdar ên Şîe dihat bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse