Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Sûriyeyê ragihand ku dê banknotên nû yên Lîreyê Sûriyeyê ji aliyê şirketên navneteweyî yên pêbawer ve bên çapkirin.
Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Abdulqadir Husariye da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya reforma pereyan a li welêt de dê banknotên nû bikevin dewrê.
Husariye di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a SANAyê de diyar kir ku dê banknotên nû “ji du-sê çavkaniyên navneteweyî yên pêbawer” bên hilberandin.
Tedbîrên ewlehiyê yên li dijî sextekariyê
Serokê Banka Navendî tekezî li ser wê yekê kir ku dê banknotên nû bi standardên bilind ên ewlehiyê yên li dijî sextekariyê bên amadekirin.
Husariye got, “Ev pêvajo ne ji bo zêdekirina pêşkêşkirina pereyan e lê ji bo birêvebirina bi bandortir a gera neqdî û hêsankirina sîstemên dravdanê tê meşandin.”
Bicihanîna sêqonaxî
Bicihanîna diravê nû dê di sê qonaxan de pêk were.
Li gorî vê yekê, di qonaxa yekem de dê banknotên nû li gel banknotên heyî gav bi gav derkevin piyaseyê. Banknotên kevin ji dewrê ranabin.
Di qonaxa duyem de dê pêvajoya guhertina banknotên kevin bi yên nû dest pê bike.
Di qonaxa sêyem de jî dê pêvajoya guhertinê tenê bi rêya Banka Navendî ya Sûriyeyê bê kirin.
Kampanyaya agahdarkirinê
Husariyye diyar kir ku dê hejmara pereyên ku bên çapkirin li gorî pêdiviyên aboriya welêt “bi hûrî” bê diyarkirin.
Serokê Banka Navendî her wiha ragihand ku ew dê ji bo eşkerekirina hûrgiliyên derbarê banknotên nû de ji gel re kampanyayeke agahdarkirinê ya li ser asta niştimanî bidin destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse