Li Şamê krîza pereyan: Xelk bi saetan li benda dora xwe dimîne

27-11-2025
RÛDAW
Dora wergirtina pereyan / Wêne: Ji dîmenan hatiye wergrtin
Dora wergirtina pereyan / Wêne: Ji dîmenan hatiye wergrtin
Nîşan Sûriye Krîz Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê krîzeke aborî heye û her ku diçe kûrtir dibe.

Li Şamê xelk li ber makîneyên ATMyê dikevin dorê ji bo ku pereyan derxin û ev dîmen bûye beşek ji jiyana rojane ya xelkê.

Her kes tenê dikare rojê 3 caran pereyan bikişîne, ew jî eger pere hebin.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir Hesriye eşkere kiribû ku banka wan yekem peyama "SWIFT"ê ji Banka Federal a New Yorkê re şandiye.

“Sûriye di nav krîzeke giran a diravî de ye”

Niştecihê Şamê Mehmûd Elî got:

“Pirsgirêka ku xelk dikişîne ew e ku wekî hûn dibînin li ber ATMyan her dem dorên dirêj hene.

Em gelek caran neçar dibin ji cihên dûr bên û çend caran jî vegerin.

Ev yek ji ber gelek sedeman çêdibe. Carinan tor nîne û carinan jî elektrîk qut dibe, tevî van hemûyan eger merc guncav bin, rojane her kes tenê diakre sê caran pereyan bikişîne.”

“Pergala aborî dê hilweşe”

Aborînas hişyariyê didin û dibêjin, eger peydakirina pereyan neyê vegerandin û pergala dayîna dîjîtal neyê bihêzkirin, dibe ku krîza dayîna pereyên neqf berfirehtir bibe û zexta li ser aboriya zêdetir bibe.

Aborînas Emmar Yûsif jî got, “Eger kesek di hesabê xwe yê bankeyê de milyarek lîreyê Sûriyeyê hebe û tenê karibe heftane 200 hezar lîreyan bikişîne, pergala aborî ya heye dê hilweşe.

Êdî hemû ev faktor bi hev re dibin sedema têkçûna aboriya Sûriyeyê û têkçûneke zêdetir li bazarê.”

Pêngava SWIFTê

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir Hesriye 20ê Çiriya Paşîn a 2025an ragihand ku banka wan yekem peyama "SWIFT"ê ji Banka Federal a New Yorkê re şandiye.

Ev gav beşeke ji hewlên rakirina cezayên navneteweyî ye lê rakirina tam a cezaya bi erêkirina Kongreya Amerîkayê ve girêdayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst