Durziyan hêzeke nû ya leşkerî ava kir

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Durzî Pasewanên Niştimanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê hejmarek komên çekdar ên Durzî yên girêdayî Rêberê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî, hêzeke nû ya bi navê "Pasewanên Niştimanî" ragihand.

Komên çekdar ên Durzî diyar kir ku armanca vê pêngavê yekxistina hewlên leşkerî û ewlehiyê yên li parêzgeha li başûrê Sûriyeyê ye.

Li gorî medyaya xwecihî, gelek komên çekdar daxuyaniyên xwe yên yekbûnê yên di çarçoveya "artêşeke yekgirtî" de belav kirine.

Komên çekdar amaje bi wê yekê kiriye ku armanca vê pêngavê avakirina "hêzeke birêxistinkirî û bihêz e ku erka parastina asayîşa welat û xelkê wê bigire ser xwe."

Komên çekdar ên Durzî li ser rûpela "Nivîsgeha Ragihandinê ya Pasewanên Niştimanî" ya Facebookê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê tekezî li ser "pabendbûna tam a bi biryarên serokatiya ruhanî ku Şêx Hîkmet Hecerî nûneratiya wê dike û wekî nûnerê rewa û xwedîdesthilat ê tayifeya Durzî ya herêma Cebelê tê dîtin" hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, "Em yekbûna xwe ya tam bi hêzên Pasewanên Niştimanî re radigihînin ku ew saziya leşkerî ya fermî û nûnera tayifeya me ye.

Her wiha em pabendbûna xwe ya tam bi wan erkên berevaniyê yên ku bi me hatine spartin û bi hevahengiya li gel hemû hêzên piştevan ducare dikin û em soza xwe nû dikin ku em dê can û malê xwe di oxira parastina herêma Cebelê de feda bikin."

Çavkaniyek ji yek ji wan komên ku tevlî hêza nû bûye, ji Tora "Elrasd"ê re got:

"Ev yekbûn bersiveke praktîkî ye ji bo rewşa nû ya ewlehiyê ya parêzgehê ku piştî rûxandina rejîma berê valahiyeke mezin a ewlehiyê ava kir û bû sedema belavbûna berfireh a çekên bêserûber û zêdebûna metirsiyên ku herêm ber bi kaoseke giştî ve biçe yan jî ji aliyê rêxistinên tundrew ve bibe hedef."

Li gorî heman çavkaniyê, erka sereke ya Pasewanên Niştimanî dê kontrolkirina ewlehiya navxweyî û parastina aramiyê ya li bajar û gundan, rêgirtina li têkçûna rewşa ewlehiyê û rûbirûbûna her karekî tawankarî be.

Her wiha dê erka parastina sînor û herêmên bejî yên hevsînor ên bi çolistanê re bigire ser xwe da ku rê li ber diziya çekdaran yan jî qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir bigire û dibe ku di vê çarçoveyê de hevahengiyê li gel aliyên herêmî û navneteweyî jî bikin.

Pasewanên Niştimanî dê li ser wê yekê jî bixebite ku karên leşkerî û ewlehiyê yên parêzgehê bi sazî bike û birêxistin bike, wekî amadekariyekê ji bo ku di paşerojê de tevlî her pêkhateyeke ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyeyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst