Durzî daxwaza parastina navneteweyî dikin

06-05-2025
RÛDAW
Nîşan Durzî Sûriye Parastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên siyasî, leşkerî û ruhanî yên Durziyan ên parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê dibêjin, ji bo ji êrişên grûpên çekdar ên radîkal ser bi hikûmetê û DAIŞê bên parastin pêwîstî bi parastina navneteweyî heye.

Tevî rêkeftina 1ê Gulanê di navbera Durzî û Hikûmeta Sûriyeyê de piştî şer û pevçûnên dawiya Nîsana borî li navçeyên Durziyan, ew li ser mijara teslîmnekirina çekên xwe pêdagir in.

"Eger çekên me nebûna dê rewş xirabtir bûya"

Serokê Mekteba Siyasî ya Meclisa Leşkerî ya Siweydayê Mazin Mutnî giringiya çekên di destê xwe de wiha anî zimên:

"Eger çekên me ne bûna yên di destê hêzên me yên leşkerî û milî de ku bûne dîwarekî rûbirûbûnê, wê rewş xirabtir bûya.

Em hawara xwe dighînin welatên cîran da ku bizanibin em ji bo wan mertal in.

Lewra rabûna me ya li Siweydayê wê rûyê navçeyê ya şaristanî ber bi siberojeke baştir ve biguhere.

Êdî divê alîkariya me bikin, em mertal in ji bo Urdin û ji bo welatên Kendavê."

Berpirsên Durziyan dibêjin nebûna destûreke sekuler û dewleteke medenî li Sûriyeyê wan neçar dike berê xwe bidin civaka navneteweyî, ji ber ku ew ditirsin her gav û wextekî çekdarên radîkal ên alîgirê hikûmetê êrişî wan bikin.

"Em daxwaza parastina navneteweyî dikin"

Mazin Mutnî ji ber îhtîmala metirsiya êrişên komên radîkal daxwaza parastina navneteweyî kir û wiha bang kir:

"Derbarê van metirsiyan de Îsraîl jî di nav de em ji hemû welatên cîran daxwaza parastina navneteweyî dikin.

Em bi eşkereyî daxwaza parastina gelê xwe dikin, nabe ti kesek êşê bibîne, heta niha jî gefa DAIŞê li ser civaka me heye.

Em daxwaza parastina navneteweyî dikin, parasatina Hevpeymaniya Navneteweyî dikin.

Eger Îsraîl jî beşekî vê hevpeymaniyê be em dê sipasiya wê bikin, lê em vê yekê rasterast ji Îsraîlê naxwazin, em tenê ji civaka navneteweyî dixwazin."

2yê Gulana 2025an Serkirdeyê Rûhî yê Durziyan ên Sûriyeyê Hikmet Hecerî daxwaza parastina navneteweyî kir.

Demildest Meclisa Leşkerî ya Siweydayê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da vê daxwazê û tekez kir ku HTŞyê li Sehnaya li hemberî Durziyan kuştina bêserûber û kiryarên revandinê kirine.

Lewra ew bi serpereştiya hêzên navneteweyî daxwaza herêmeke aram dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst