Durzî çekên xwe yên giran radest dikin

05-05-2025
RÛDAW
Çekên Durziyan/Wêne: Ji ber vîdeoyê
Çekên Durziyan/Wêne: Ji ber vîdeoyê
Nîşan Durzî Sûriye Şam Ceremana Çekên Giran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Ceremanayê ya Şamê, Durziyan çekên xwe yên giran radest kirin û hikûmetê jî 22 Durzî berdan.

Hefteya borî li taxên Şamê yên Durziyan di navbera komên çekdar ên Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin.

Di encama şer û pevçûnên dijwar de gelek kes hatibûn kuştin û gelek jî birîndar bûbûn.

Li taxa Ceremanayê ya Şamê ku piraniya xelkê wê Durzî ne, çekdarên Durzî çekên xwe yên giran teslîmî Hikûmeta Sûriyeyê kirin.

Di ber vê de jî Hikûmeta Sûriyeyê 22 Durziyên ku hatibûn girtin berdan.

Radestkirina çekên giran li gorî rêkeftina 1ê Gulanê ya di navbera hikûmetê û zanayên olî yên Durziyan de hat kirin.

"Em benda radestkirina çekên giran bi cih dikin"

Berpirsê Wergirtina Çekan ê Gundewarê Şamê Mihemed Seyid li ser radestkirina çekan got:

"Em îro benda radestkirina çekên giran ên li Ceremana bi cih tînin.

Spas ji Xwedê re me heta niha du çekên giran wergirtine, em dê wergirtina çekan bidomînin.

Dê îro bi saya Xwedê hemû çekên giran bên radestkirin, ji ber gelek çekdar razî bûne çekên xwe radest bikin.

Niha Ceremana aram e, di heman demê de endamên asayîşa giştî ji bo parastina welatiyan li ser hemû rêbendan belav bûne."

Li vê derê jî li bajarokê Eşrefiyet Sehnayayê, Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê 22 girtiyên Durzî ku di şer û pevçûnên rojên borî de hatibûn desteserkirin li gorê heman rêkeftinê berdan.

"Dewlet ji bo qewînkirina aştiyê bi israr e"

Berpirsê Navçeya Dareyayê Cemîl Minwir li ser berdana girtiyên Durzî wiha axivî:

"Dewlet ji bo qewînkirina aştiya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de bi israr e.

Ev pêngava duyem e, ji ber pêngava yekem 32 kes hatibûn berdan.

Lê îro 22 kesên din tên berdan ku destê wan di kuştina gelê Sûriyeyê de nebû."

Rizgarbûyê Durzî Nacî Şerefedîn hestên xwe wiha anîn zimên:

"Cemaet li gel me gelekî milayim bû, em bi hêvî ne berdewam baştir bin û em vî welatî ava bikin.

Em hemû yek dest bin û bi hev re ewlehî û aramiyê pêk bînin."

Dawiya meha Nîsana borî li bajarokên Ceremana, Sehnaya û Eşrefiyet Sehnaya yên Durziyan ên li başûrê Şamê şer û pevçûn di navbera komên çekdar ên hikûmetê û çekdarên Durzî de derketibûn.

Di encamê de li gorî amarên fermî 119 kes hatibûn kuştin her wiha gelek kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst