Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand ku eger destwerdanek di Komîteya Destûra Sûriyê de pêk were, ew dê xebatên destûra nû bidin sekinandin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm, ji televîzyona fermî ya wî welatî re axivî û aşkere kir ku yekem civîna Komîteya Destûra Sûriyê dê 30ê Cotmehê bê encamdan.
Muallîm ragihand ku di serdana Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Sûriyê Geir Pederson a bo Şamê de, hemû hugiliyên derbarê mijarê de dê bên gotûbêjkirin.
Welîd Muallîm tekez kiriye ku eger destwerdanaka derve di karûbarên wê komîteyê de çêbibe, ew dê xebatên destûra nû bidin sekinandin.
Muallîm diyar kiriye, “Eger em hest bi destwerdana hêzên derve bikin di karûbarên komîteyê de, em dê vê yek şermezar bikin û xebatan bidin sekinandin. Em hêvîdar in bêyî destwerdaneke derve, di çarçova rêgezên xebatê de, lihevkirinek çêbibe.”
Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, berî niha aşkere kiribû ku Komîteya Destûra Sûriyê hatiye pêkanîn û diyar kiribû ku di hefteyên bê de, ew komîte dê li Cenevreyê kom bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse