Hewlêr (Rûdaw) - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşîn a 2025an a derbarê rewşa Sûriyeyê de belav kir.
Rapor eşkere dike ku piştî guherîna desthilatê ya li Şamê pêleke mezin a vegerê dest pê kiriye lê krîza darayî û pêdiviyên mirovî di asteke bilind de ne.
Li gorî rapora UNHCRê, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an (roja rûxîna hikûmeta berê) heta dawiya Çiriya Pêşîn a 2025an, zêdetirî mîlyonek û 164 hezar penaberên Sûriyeyî ji derveyî welêt vegeriyane mal û milkên xwe.
Pêla vegera navxweyî û derve
Di raporê de hat diyarkirin ku tevgera vegerê ne tenê ji derve, di navxwe de jî zêde bûye.
Ji dawiya Çiriya Paşîn a 2024an ve, zêdetirî 1,9 mîlyon koçberên navxweyî vegeriyane cihên xwe yên eslî.
UNHCRê diyar kir ku ew hêsankariyê ji bo vegera dilxwazî ya penaberan dikin û ev yek li ser daxwaza penaberan bi xwe tê kirin.
Amarên vegerê yên meha Çiriya Pêşîn a 2025an wiha ne:
Ji Libnanê: 525 penaber di Deriyê Arîdayê re û 600 penaber jî di Deriyê Jdaidet Yabousê re vegeriyan.
Ji Urdinê: UNHCRê 13 karwan organîze kirin û zêdetirî 900 penaber di Deriyê Nesîbê re vegeriyan parêzgehên wekî Dera, Hims, Şam û Helebê.
Ji Tirkiyeyê: Bi hevkariya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), li stasyonên otobusên Sarmada (Îdlib) û Sejo (Heleb) alîkariya xwarinê li 5 hezar û 127 vegeriyayiyan hat belavkirin.
16,5 mîlyon kes hewceyî alîkariyê ne
Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku di sala 2025an de li seranserê Sûriyeyê 16,5 mîlyon mirov hewceyî alîkariya mirovî ne.
Tevî vê hewcedariya mezin, UNHCRê ragihand ku ji bo operasyona Sûriyeyê ya 2025an daxwaza 575,4 mîlyon dolarî kiribû, lê heta 31ê Çiriya Pêşîn tenê ji sedî 31ê vê budceyê hatiye dabînkirin û ji sedî 69ê wê kêm e.
Rewşa Siwêdayê û alîkariyên parastinê
Raporê bal kişand ser rewşa parêzgeha Siwêdayê jî ku ji Tîrmeha 2025an ve alozî lê hene.
Heta dawiya Çiriya Pêşîn, zêdetirî 36 hezar û 680 kesên ku ji ber aloziyan koçber bûne, xizmetên parastinê wergirtine.
Her wiha UNHCRê ji destpêka salê heta niha 13 hezar û 185 malbatên vegeriyayî bi alîkariya diravî (Cash Assistance) piştgirî kirine da ku karibin jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
Platforma "Syria is Home"
UNHCRê da zanîn ku platforma wan a bi navê "Syria is Home" (Sûriye Mal e) ku meha nîsanê hatibû avakirin, heta niha gihiştiye 71 hezar kesan.
Ev platform ji bo agahdarkirina penaberan hatiye çêkirin da ku bikaribin biryareke rast li ser vegera xwe bidin.
Di warê xanî û sitargehan de jî ji destpêka salê ve heta dawiya Çiriya Pêşîn, UNHCRê 1,398 xaniyên ziyan dîtine li seranserê Sûriyeyê temîr kirine û li Kampa Holê û kampên din ên li Hisîçayê (Hesekê) 4,260 kon dane malbatan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse