Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen di daxuyaniyekê de ragihand, ku Netewên Yekbûyî çavdêriya hilbijartinên serokatiya Sûriyê nake û îtîrafê bi van hilbijartinan jî nake.
Ofîsa Geir Pedersen ragihandiye, ew agahdarî hilbijartinên îro yên serokatiya Sûriyê ne, lê “ev hilbijartina niha li gor destûra niha ya Sûriyê tê lidarxistin û nakeve çarçoveya biryara 2254 a Encûmena Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, Netewên Yekbûyî beşdarî hilbijartina serokatiya Sûriyê nîne û ne erkê wê ye jî ku çavdêriya van hilbijartinan bike û îtîrafê bi hilbiajrtinê jî nake.
Ofîsa Geir Pedersen herwiha destnîşan kiriye, “Em dê berdewam bin li ser karê xwe bo serxistina danûstandinên siyasî yên di çarçoveya biryara 2254 de ji bo ku çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê bê dîtin.”
Hilbijartina serokatiya Sûriyê îro destpê kir û ji demjimêr 07:00 serê sibehê ve deriyên navendên dengdanê li navçeyên di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de hatin vekirin.
Wezîrê Navxwe yê Sûriyê, Lîwa Mihemed Rehmûn îro di demên destpêka hilbijartinan de ragihand, ku ji bo dengdanê 12 hezar û 102 navend hatine vekirin.
Lîwa Mihemed Rehmûn herwiha got, zêdetirî 18 milyon kesên Sûrî mafê dengdanê hene.
Di hilbijartinên vê care de, tevî Beşar Esed serokê niha yê Sûriyê, Mehmûr Merhî û Ebdullah Sellûm Ebdullah jî bûne namzed.
Piraniya aliyên Kurdî û bi taybet ENKS û PYNKê jî ew hilbijartin boykot kirine û ragihandine ew hilbijartin ne rewa ne.
Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Sûriyeya Demorkatîk jî pêştir ragihandine, ku ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin û rê bi lidarxistina wan hilbijartinan di navçeyên di jêr kontrola xwe de jî nadin.
Tevî wê yekê hikûmeta Sûriyê li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê, li çargoşeyên emnî 157 sindoqên dengdanê danîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse