Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarên Sûriyeyê bi hezaran Elewî daketin kolanan û daxwaza federalîzmê kir.
Li bajarê Laziqiye û çend deverên din ên Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, bi hezaran kes daketin kolanan û êrişên dawî yên li ser civaka xwe şermezar kir.
Xwenîşandanan piştî kuştina jin û mêrekî ya li Himsê û belavbûna sloganên mezhebî dest pê kir ku ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin di nav civaka Elewiyan de.
"Elewî serî natewînin"
Xwenîşanderan dirûşmên wekî "Gelê Sûriyeyê yek e" û "Gelê Elewî serî natewîne" bilind kirin.
Hinek Xwenîşanderan berdana girtiyan û derketina komên çekdar a ji deverên xwe xwest.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), nêzîkî 9 hezar leşkerên berê yên desthilata Esed hîn jî di girtîgehan de ne.
Daxwaza federalîzmê
Di heman demê de, hinek çalakvanan avakirina sîstemeke federal ji bo herêmên peravên Sûriyeyê yên wekî Hims, Hema û Tertûsê xwest.
Hat ragihandin ku li bajarê Cebleyê di navbera xwenîşander û alîgirên desthilatdariyê de alozî derketiye.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî ragihand ku bûyera kuştina li Himsê ne ji ber sedemên mezhebî bûye û sûcekî asayî ye.
Wezaretê her wiha got ku ew rêzê li mafê derbirîna nêrînên aştiyane digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse