Şam (Rûdaw) - Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê karvedanên cuda li pey xwe anîn.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 26ê Nîsanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Serokayetiya Sûriyeyê bi daxûyaniyekê encamnameya konferansê red kir û da xwiyakirin "hewlên sepandina rewşeke parçekirinê yan avakirina saziyên cuda wekî federalî yan rêveberiya xweser bi bê lihevkirineke niştimanî ya giştî nayê qebûlkirin."
"Pêkhateyên din jî daxwaza îdareyeke xweser bikin"
Endamê Nivîsandina Reşnvîsa Desturê ya Sûriyeyê Ehmed Qurebî nerazîbûna xwe wiha anî ziman:
Ez bawerim ku hin mijar hene ku nakokî li ser nîne wekî rêzgirtin li mafên netewî û ziman, wekî doza welatîbûnê, vegera koçberan ji bo herêmên wan.
Lê hin mijar hene ku zehmet e bê bicîkirin wekî parvekirina îdarî, ev yek wê rê veke ku pêkhateyên din jî daxwaza îdareyeke xweser bikin."
Ev cara yekem e ku Kurd nerîna xwe ya siyasî û çarenvîsa xwe bi rengekî yek girtî tînin zimên.
Biriyar e di demeke nêzik de şandeyeke 10 kesî were pêkanîn û derancamên konferansê bike bingehek ji bo bidestxistina mafên Kurdan
"Ev daxwaz ji dan û standinan re astengî derdixin"
Lêkolîner Newres Ebdulah amaje bi yekê kir ku daxwazên aliyên Rojavayê Kurdistanê astengî li ber dan û standinan derdixe û wiha got:
"Ez bawerim ku beşa din a neyînî ew e ku tekezî li ser sîstema federal tê kirin, her wiha tekezî li ser ferzkirina neyîniyan e ku mijara mafên çandî yên Kurdî derbas dike.
Ev hemû astengiyan li pêş derfetên pêwendiyan derbarê rêkeftina borî çêdike û rê li ber danûstandinên nû derdixin."
Partiya Kutleya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyeyê ku di serdema rêjîma Beasê de wekî opozsiyon bû ji nerîna hikûmetê cuda, piştgiriya xwe ji encamnameya konferansê re ragihand.
"Mafekî rewa ye û divê di destûrê de hebe"
Serokê Partiya Kutleya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyeyê Basil Kiwêfir piştgirî da konferansê û got:
"Tişta ku di konferansê de hatiye ragihandin wekî demokratîkbûnê mafekî rewa ye.
Em jî wekî gelê Sûriyeyê wê dixwazin. Mijarên çandî ew jî maf in ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse