HELEB - Berdana dîlan a di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de hat bipaşxistin

28-05-2025
RÛDAW
Nîşan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Berdana Dîlan Artêşa Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê dê îro li bajarê Helebê dîl bi hev biguherandana lê berdana wan hat bipaşxistin.

Buroya Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji Rûdawê re ragihand, artêşa Sûriyeyê red kir ku di çarçoveya peymanê de şervanên jin azad bike.

Tevî ku îro li Helebê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê de peyman li ser pevguhertina beşa duyemîn a dilan hatibû îmzekirin jî di kêliya dawî de hat bipaşxistin.

YPJyê ji Rûdawê re da zanîn ku ew hîn sedema binpêkirina peymanê ya ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve û bernedana şervanên jin nizanin.

YPJyê destnîşan kir ku HSD li ser sedemên lihevnekirinê bi artêşa Sûriyeyê re di dan û standinê de ye.

1ê Nîsanê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di navbera meclisa giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de peymaneke ji 14 madeyan hat îmzekirin.

Pevguhertina dîlan ji madeyên sereke yên peymanê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst