Sûriyeyê mercên diyaloga bi HSDyê re eşkere kirin

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye HSD Artêşa Sûriyeyê Hemze Mistefa Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa got, êrişa leşkerî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bersiva "bipêşveçûna metirsîdar a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e ku cihên sivîlan dikin armanc."

Hemze Mistefa diyar kir ku ji bo aramiya mayînde divê Peymana 1ê Nîsanê were bicihanîn ku kontrolkirina tam a wan taxan ji aliyê dewletê ve li xwe digire.

Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Helebê jî îdiayên artêşa Sûriyeyê red dikin.

Hemze Mistefa ji kanala El Cezîreyê re axivî û helwesta hikûmeta Şamê ya li ser aloziya li Helebê eşkere kir.

Mistefa îdia kir ku artêşa Sûriyeyê bersiva guleyên ku ji taxan hatine berdan daye û erkê dewletê yê sereke ew e ku ewlehî û aramiyê dabîn bike.

"HSDyê piştî dan û standinan dest bi êrişê kir"

Wezîrê Sûriyeyê îdia kir ku HSDyê piştî bidawîbûna gera dan û standinan a li Şamê yekser dest bi êrişê kiriye.

Mistefa got, "HSDyê pêşî li Dêr Hafirê bi dronan êrişî artêşa Sûriyeyê kir, piştre ev alozî bir nav taxên Helebê.

Dûre jî daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku ew komên çekdar ne girêdayî wan in."

Ferqa Peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê

Mistefa bal kişand ser du lihevkirinên cuda ku di raya giştî de tevlihev dibin û got:

“Peymana 10ê Adarê çarçoveyeke berfireh e ku îhtimala entegrasyona pêkhateyên HSDyê ya nav dewleta Sûriyeyê bi giştî diyar dike.

Peymana 1ê Nîsanê jî peymaneke ewlehî û siyasî ya taybet e ku rasterast taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li xwe digire."

Mistefa diyar kir ku Peymana 1ê Nîsanê; vekişîna HSDyê ya ji taxan, radestkirina çekên giran û dewrkirina birêveberiyê ji bo polîs û îdareya xwecihî ya girêdayî dewleta Sûriyeyê li xwe digire.

Lê wî îdia kir ku HSDyê vekişîn red kiriye û par zêdetirî 100 caran ev peyman bin pê kiriye.

"Heleb nikare di bin gefan de bimîne"

Mistefa destnîşan kir ku Heleb ji bo Sûriyeyê navendeke pîşesazî û bazirganiyê ya jiyanî ye û got:

"Bajarekî krîtîk ê wekî Helebê nikare di bin siya êrişên rojane de bimîne ku gefê li jiyana welatiyan û çalakiyên aborî dikin.

Ji bo ku qulîna ewlehiyê ya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi dawî bibe, divê Peymana 1ê Nîsanê herf bi herf were bicihanîn."

"Yek dewlet, yek hikûmet, yek artêş"

Wezîrê Ragihandinê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê ji çareseriyên siyasî û aştiyane re vekirî ye û xetên sor ên Şamê bi gotinên "Yek dewlet, yek hikûmet, yek artêş" kurt kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst