Lîreyê nû yê Sûriyeyê dikeve bazarê: 100 lîre dibe lîreyek

2 demjimêr berê
Vîviyan Fetah
Lîreyê Sûriyeyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lîreyê Sûriyeyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lîreyê Sûriyeyê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir Hisrî
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Banka Navendî ya Sûriyeyê ragihand ku ew dê du sifiran ji lîreyê bavêjin û pereyê nû bixin bazarê.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir Hisrî li Şama paytext civîneke çapemeniyê li dar xist û hûrgiliyên biryara nû eşkere kirin.

Hisrî diyar kir ku ev pêngav ne tenê guherîneke şeklî ye, stratejiyeke berfireh e ji bo xurtkirina baweriya bi saziyên niştimanî û bidestxistina istiqrara aborî.

"100 lîre dibe lîreyek"

Ebdulqadir Hisrî destnîşan kir ku di çarçoveya guherînê de 100 lîreyên Sûriyeyê dê wekî "lîreyeke nû ya Sûriyeyê" bê qebûlkirin.

Bi vê hesabê, her milyonek lîre dê bibe 10 hezar lîre.

Hisrî li ser pêvajoya guherînê ev agahî dan:

"Pereyên kevn û nû dê 90 rojan bi hev re di tedawulê de bin. Eger pêwîst be ev dem dikare were dirêjkirin.

Kar û barên guherînê bêpere ne; bac, xerc an komîsyon nayê standin."

"Em diravekî bi diravekî din diguherînin"

Serokê Banka Navendî li ser bandora vê biryarê ya li ser enflasyonê wiha axivî:

“Bihayê pereyan li gorî bihayê alûgoriyê ye. Ji bo me, em diravekî bi diravekî din diguherînin, em qebareya wê zêde nakin.

Wekî hûn dizanin, yek ji faktorên sereke yên enflasyona diravî, zêdebûna qebareya pereyên çapkirî yên di bazarê de ye.”

Hat ragihandin ku ji sala bê û pê ve hemû hesabên bankan dê li ser esasê lîreyê nû yê Sûriyeyê werin wergirtin.

Bultenên fermî yên dovîz jî dê bi her du pereyan werin weşandin.

Navendên guherînê amade ne

Seraf Bera Zekûr li ser mijarê got,“Em dê serê salê dest pê bikin. 1ê Kanûna Paşîn a 2026an pereyên nû dê dakevin û her navendeke alûgoriyê ku destûr ji bankê wergirtiye, dikare pereyan biguherîne.

Dema welatiyek hat em dê rasterast jê re biguherînin.”

Her çi qas du sifir bên avêtin û reng û dîzayna pereyan biguhere jî, bihayê lîreyê Sûriyeyê yê li hemberî diravên biyanî bi vê biryarê naguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst