Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Barrack bi Ehmed Şer re civiya

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Thomas Barrack Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack, li Şamê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomariya Sûriyeyê derbarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir;

Serokkomariya Sûriyeyê got, "Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack li Qesra Gel a li Şama paytext qebûl kir."

Îro piştî 12 salan cara yekem alaya Amerîkayê li ser avahiya fermî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya Şamê hat bilindkirin.

Ji bo vê yekê merasîmek hat lidarxistin. Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack jî beşdarî merasîmê bû.

Thomas Barrack hefteya borî jî dema ku li Tirkiyeyê bû bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst