Hewlêr (Rûdaw) - Ev 10 sal in şerê navxwe li Sûriyê berdewam dike û ziyaneke gelekî mezin gihandiye wî welatî, hemû sektor wek aborî, xwendin, tendirûstî û herwiha rewşa civakî têk çûne. Di raporta dawî ya Neteweyên Yerkbûyî de, derketiye ku şerê Sûriyê bi 442 milyar dolarî siyzan gihandiye wî welatî.
Ew raporta Neteweyên Yekbûyî, karekî lêkolîna hebvbeş a Komisyona Abûrî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Asyayê û Navenda Lêkolînê ya Zanîngeha Seynt Endroz a Skotlendî ye, ku tê de behsa rewşa Sûriyê di navbera salên 2011 heta sala 2019an de, dike, û dibêje, bi sedema 8 salên şer, nîvê bêhtir ji xelkên Sûriyê bêcihûwar bûn û 442 milyar ziyan jî gihişte abûriya Sûriyê.
Ev yek di demekê de ye, ku niha ew ziyan bêhtir e û raportê heta sala 2019 lêkolîn li ser ziyanan kiriye û sala 2016an ziyanên Sûriyê bi 259 milyarî dihate texmînkirin, lê piştî 3 salan ziyan gihiştiye 442 milyar û 20 milyon dolarî. 82% ji hemû ziyanan, yên sektorên, weke: Xanûber, asayiş, veguhastinm, perwerde, elektrîk û tendirustî ne.
Ziyanên fîzîkî li Sûriyê 117 milyar dolar e, ziyanên berhema navxweyî 324 milyar dolar e, berawird bi 2010 dahata niştimanî ya Sûriyê %54 kêm bûye, 2010 qebareya hinardeya Sûriyê 8.7 milyar bû, lê 2018 dakete heta 700 milyonî.
Ew raporta Sentera Lêkolînan li Zanîngeha Endroz, ku sêyem kevntirîn zanîngeha Skotlandî ye, kar tê de kiriye, eşkere dike ku 11 milyon û 700 hezar Sûrî niha pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.
Ziyanên mirovî heta niha 5.6 milyon Sûrî li welatên derve bûne penaber, 6.4 milyon li navxweya Sûriyê koçber bûn, 6.5 kêşeya wan a nebûna xwarinê heye û 3 milyon zarok jî nikarin herin dibistanê.
Şerê Sûriyê bandoreke mezin li ser demografyaya wî welatî kiriye.
Dihate pêşbînîkirin ku di rewşeke asayî de, hejmara nişteciyên Sûriyê di destpêka 2019an de bigihişta 29 milyon kesî, di demekê de, hejmara nişteciyên niha yên Sûriyê, li gorî nirzandinan nêzîkî 16.9 milyon kesî ye, di demekê de ku nêzîkî 6.4 milyon kes jî koçberê welatên derdorê yan welatên rojava bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse