Şam (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand, “Li başûrê Şamê 11 endamên Asayîşa Sûriyeyê hatin kuştin.”
Dilxwaz Mihemed da zanîn ku “Di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn hene.”
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê dane, li taxa Sehnayeyê şer û pevçûn hene û qedexe ye ku medya û sivîl herin taxê.
Hêzên ewlehiyê yên Şamê hewl didin ku tedbîran wergirin û hêzên nû çûne cihê pevçûnan.
Bangî Îsraîlê kir
Şêx Mewefeq Tariqê ku yek ji pêşengên Durziyan e, ji bo parastina civaka xwe bangî hêzên navneteweyî kir û got, "Divê Îsraîl li hemberî van tiştên ku rû didin bê deng nemîne."
Divê were gotin ku doh û pêr jî di navbera hinek komên Durziyan û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de pevçûn çêbûbûn.
Îsraîlê êriş kir
Li hêla din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyaniyek da û got:
"Artêşa me li Sûriyeyê operasyoneke hişyarîdayînê kir. Komeke tundrev a ku xwe ji bo êrişkirina Durziyan amade dikir bû hedef."
#VÎDEO - Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed: Li başûrê Şamê 11 endamên Asayîşa Sûriyeyê hatin kuştin pic.twitter.com/0IPSoJ2Tzt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 30, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse