Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derva ya Sûriyê ragihand ku ji destpêka şerê Sûriyê di sala 2011an ve û heta şeş mehên destpêkê yên îsal zerara Sûriyê di sektora petrol û gazê de 107.1 milyar dolar e.
Wezareta Derva ya Sûriyê di nameyekê de ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Encûmena Ewlekariyê re ragihand ku ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an ve zerara gehiştiye sektora petrol û gaza Sûriyê gihiştiye 107.1 milyar dolar.
Wezareta Derve ya Sûriyê dibêje, welatên endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, bi serokatiya Amerîkayê, ji zerar û ziyanên Sûriyê yên di sektora petrol û gazê de berpirs in.
Sibata borî, Wezareta Petrolê ya Sûriyê ragihandibû ku ji destpêka krîza Sûriyê ve û heta destpêka îsal, tevahiya zerar û ziyanên sektora petrol û gaza Sûriyê nêzîka 100.5 milyar dolar e.
Ev di demekê de ye li gor Wezaretê Petrolê sala borî rojane 85.9 hezar bermîl petrol dihat berhemanîn ku dike nêzîkî 31.4 milyon bermîl. Gaza xwezayî jî nêzîkî 4.5 milyar metre sêca bû, ku berhemanîna rojane 12.5 milyon metre sêca bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse