Şam (Rûdaw) - Şandeyeke taybet a Cihûyan bi serkêşiya Nûnerê Taybet ê Rêxistina Şûnwarên Cihûyan Sullivan Cordot, li Sûriyeyê dest bi hewldanên parastin û nûjenkirina cihên dîrokî û olî yên Cihûyan kiriye.
Sullivan Cordot ê ku welatiyekî Amerîkî ye, ji Washingtonê çûye Sûriyeyê da ku li şûnwarên bav û kalên xwe bigere û ew cihên ku ji ber şer û wêraniyê ziyan dîtine rizgar bike.
Şandeya çaremîn li Helebê ye
Nûnerê Taybet ê Rêxistina Şûnwarên Cihûyan Sullivan Cordot li ser serdanên xwe û armanca rêxistinê agahî dan.
Cordot diyar kir ku wan wekî Dezgeha Kelepora Cihûyan li Sûriyeyê (JHS) îsal çar şande anîne welêt û got:
"Me di Sibata îsal de, pêşwaziya yekem şandeya Cihûyan kir ku vegeriya Sûriyê. Hefteya borî, şandeya çaremîn jî gihîşt vir.
Di dema serdana şandeyê de, endamên tîma me karîn serdana Helebê bikin û cara yekem sînagoga (kenîşte / hewra) dîrokî ya Cihûyan a li wir ziyaret bikin."
Cordot her wiha anî zimên ku wan xwestiye herin Rojavayê Kurdistanê jî û got:
"Me nekarî biçin sînagoga Qamişloyê lê belê ew jî beşek ji erkên me ye û em dixwazin di pêşerojê de wê ziyaret bikin."
Li tevahiya Sûriyeyê tenê 8 Cihû mane
Di salên 90î de ji ber zext û zilma desthilata Hafiz Esed, hema bêje tevahiya Cihûyên Sûriyeyê koçber bûn û mal û milkên xwe li pey xwe hiştin.
Li gorî agahiyan, niha li seranserî Sûriyeyê tenê 8 welatiyên Cihû mane.
Nûnerê Haxam Hênrî Hemra, Elaadîn Hirûb diyar kir ku berî pêla koçberiyê, Cihû li Sûriyeyê bi piranî li sê bajaran dijiyan ku ew jî Şam, Heleb û Qamişlo ne.
"Sînagoga herî nû 800 salî ye"
Elaadîn Hirûb bal kişand ser dîroka kevnar a şûnwarên Cihûyan û got:
"Sînagoga herî nû temenê wê 800 sal e lê ev demeke dirêj e, dora 20 salan e girtî ne.
Piraniya Cihûyan di serdema Hafiz Esed de di dawiya salên 90î de ji ber zilmê reviyan.
Mal û milkên wan jî parçe bûne; xwediyê beşekê ne diyar in, beşek xwediyên wan bi fermî ji welat derketine û hîn malên wan di cihê xwe de ne, beşek jî cihên olî ne û girêdayî weqfa Cihûyan e."
Pêwendiya bi hikûmeta demkî û Rêveberiya Xweser re
Li Şamê 7 sînagog û cihên olî yên Cihûyan hene.
Her çi qasî piraniya wan ji ber şer ziyan dîtibe û hinek ji wan hatibin talankirin jî, şande dixwaze yên mayî biparêze.
Bi vê armancê, Cihû di nav xwe de pereyan kom dikin û ji bo parastina mîrateya xwe bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re di nav pêwendiyê de ne.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo nûjenkirin û parastina şûnwarên li Qamişloyê jî ew dixwazin bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re pêwendiyê deynin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse