Amnesty: Di demokrasiya Sûriyeyê de kil û kêmasî hene

30-11-2025
Nîşan Amnesty International Sûriye Demokrasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Agnes Callamardê ragihand, desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ji bo nîşandana pêbendbûna bi çaksazî û dadweriyê ya di pêvajoya veguhastina siyasî û aramiya welêt de gav avêtine lê demokrasiya Sûriyeya nû hîn jî kêm e.

Sekretera Giştî ya Amnesty Internationalê Agnes Callamard destpêka vê hefteyê çû Şama paytexta Sûriyeyê.

Callamardê di hevpeyvînekê de ragihand, amadekirina plana çaksaziya (reform) yasayî ya li parlamentoyê, avakirina komîteyên dadweriyê ya di qonaxa veguhastina siyasî de û pêşwazîkirina komên navneteweyî yên mafên mirovan û pisporên din, di Sûriyeya nû de nîşaneyên guherînê ne.

Agnes Callamardê di hevpeyvîna xwe ya bi Associated Pressê (AP) re li ser Sûriyeya nû got, "Hemû ew gav nîşaneyên gelekî baş in lê ne gelekî kûr in."

Piştî rûxîna Esed, niha welat di bin serokkomariya Ehmed Şer de tê birêvebirin lê welat di nava 12 mehên borî de her bê aramî maye.

Di nava sala borî de, hêzên girêdayî hikûmetê bi wê yekê hatin tohmetbarkirin ku rola wan di derketina tundiya mezhebî ya li dijî pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê de hebûye.

Wekî mînak, bûyerên li hemberî Durzî û Elewiyên ên li herêmên peravên rojavayê Sûriyeyê û parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê welêt bûbûn sedema kuştina bi sedan kesan.

Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê, ji bo lêkolîna li ser rûdanên başûrê Sûriyeyê yên li dijî Durziyan komîteyek ava kiriye.

Her wiha dadgehkirina kesên ku guman li ser wan heye ku di tundiya meha adarê ya li dijî Elewiyên li herêmên peravên rojavayê Sûriyeyê de cih girtiye, hefteya borî dest pê kir.

Di nava sala borî de, gelek berpirsên serdema Esed hatin girtin û tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de bi tohmeta binpêkirina mafên mirovan bên dadgehkirin ku bi dehan sal in li wî welatî hatine kirin.

Sekretera Giştî ya Amnestyê ragihand, berpirsên Sûriyeyê û Wezîrê Dadê yê Amerîkayê jî jê re gotiye ku wan bi sedan kes girtine bi tohmeta ku di serdema rejîma Esed de berpirs bûne û binpêkarî kirine û got:

"Diyar e pêvajoyek heye ku dê di demeke nêzîk de tohmet bên amadekirin û tohmetbar jî bên dadgehkirin."

Agnes Callamardê amaje bi wê yekê kir ku wê li gel endamên Komîsyona Niştimanî ya Dadweriyê ya di qonaxa veguhastina siyasî de û Komîsyona Niştimanî ya ji bo Windayan gotûbêj kiriye.

“Divê civaka navneteweyî pirsgirêka Sûriyeyê kontrol bike”

Gotûbêj li ser pêvajoya komkirina belgeyên li girtîgehên serdema rejîma Esed bûye û got:

"Ew pêvajo berdewam dike û pêvajoyeke dirêj û hêdî ye.

Berevajî Ukraynayê ku hinek welatên Ewropayê tîmeke pisporan ava kiriye ji bo piştevaniya desthilatdarên Ukraynayê ji bo lêkolîna li ser tawanan, tiştekî wiha li Sûriyeyê rû nedaye, loma divê ev were guhertin.

Bi rastî niha pêdiviya me bi wê yekê heye ku em civaka navneteweyî bibînin, gavên zêdetir û baweriya zêdetir nîşan bide û guh bide hawara guherînê ya xelkê Sûriyeyê.

Gaveke wiha ji aliyê civaka navneteweyî ve nîne lê çend rêxistinên biçûk ên civaka sivîl li Sûriyeyê ev cure belge pêşkêş kirine.

Nêrîna min piştî vê serdana kurt ew e ku divê civaka navneteweyî pirsgirêka Sûriyeyê kontrol bike.

Ez bawer im hejmareke gelekî kêm a welatan amade ne wê gavê biavêjin û zelal bin."

Bêyî wê piştevaniyê, ez nizanim bê ma tiştê niha li Sûriyeyê heye, dê berdewam bike yan na."

Meha borî Sûriyeyê yekem “hilbijartina parlamentoyê” ya piştî rûxîna Esed pêk anî lê ti dengdana rasterast a gel di hilbijartinan de nebû.

Du ji sê parên 210 kursiyên endamên Meclisa Nûneran a Sûriyeyê bi rêya koleja hilbijartinê ya parêzgehan ve hatin hilbijartin û kursî jî li gorî hejmara niştecihan hatin dabeşkirin.

Yek ji sê parên kursiyan jî rasterast ji aliyê Ehmed Şer ve hatin destnîşankirin.

Parlamentoya nû dê 30 mehan xizmetê bike û dê di wê demê de jî amadehiya hilbijartinên bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst