Li Enqerê Elewiyên Kurd xwarina Aşûreyê belav kirin

01-09-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Enqere ya paytexta Tirkiyê derdora 500 hezar Kurd dijîn ku beşeke ji wan Kurdan mezheb Elewî ne. Elewiyên Enqerê îsal jî di meha Miherremê de şîniya Kerbelayê girtin, Elewiyan 12 rojan rojiya Miherremê girtin û di dawî de jî xwarina Aşureyê hate belavkirin.

Elewiyên Kurd li ber derê Cemxaneya Dayîka Fatma li Enqere ya paytexta Tirkiyê semaya meha Muharremê digêrin. Meha Muharremê ji bo elewiyên Kurd meheke pîroz e. Elewiyên Kurd di vê mehê de 12 rojan rojiyê digirin û dure jî xwarina Aşureyê çê dikin û belav dikin.

Mustafa Karabudak, Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Piştî qetlîama kerbelayê Elewîyan aşure çêkirine. Ji bo elewiyan kerbela berdewam dike.  ji Seyît Riza bigrin heta pîr Sultan Ebdal, heta Dersîm  û Meraş û Çorumê kerbela berdewam e. ji bo me tiştên li Surê, Cizîrê û Suricê  çêbûne jî kerbela ne.”

Aşûre yek ji xwarinên resen ya elewiyane. Elewiyên Kurd jî aşureyê bi 12 teamên cuda cuda çêdikin û belav dikin. di nav aşureyê de dan, hijîr, fasuley, nok, şekir, xwê , findiq û çend temanên din cih digirin. Li gorî baweriya elewiyan aşure yek car dema bûyera Kerbelayê piştî şehîdkirina Îmam Husên hatiye çêkirin.

Yaşar Klavuz, Serokê Komeleya Dersimiyan dibêje:  “Aşure roja ku Hezretê Husên hatiye şehîdkirin wate roja 10ê Miherremê hatiye çêkirin.  Ew roj bo me elewiyan gellek giring e. Em weke Elewî rojiya 12 îmaman digirin û dûre jî em aşurê çê dikin û belav dikin.”

Her çende hejmara wan tam nahê zanîn jî lê beşeke Kurdê elewî ku piraniya wan ji bajarên dersim, ezirgan û sêwazê koçber bûne li enqerê niştecih in.

Xidir Dersîmî, Ozanê Elewî dibêje: “Em aşureya xwe ji bo hevaltiyê û biratiyê parve dikin. Aşureya me pariyê 12 îmama ne. Em ji bo Xizir, û hazir û naziran aştiyê dixwazin û dibêjin bila eşq be.”

Di merasimên Aşure û şîna Miharremê de hem ji aliyê elewiyên Kurd  û  tirk li cemxaneyan bernameyên cuda cuda tên bi rêve birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst