Heyeta Îmraliyê dê bi TÎP û AK Partiyê re bicive

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Pêvajoya Çareseriyê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro dê bi AK Partî û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) re bicive.

Heyeta Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de serdanên xwe yên partiyên siyasî didomîne.

Heyeta Îmraliyê di vê çarçoveyê de dê îro demjimêr 14:00an li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û berpirsên partiyê re bicive.

Tê pêşbînîkirin ku Heyeta Îmraliyê daxwazên xwe yên derbarê "Yasaya Aştiyê" û amadekirina bingeheke hiqûqî ya ji bo qonaxa duyem a pêvajoyê pêşkêşî partiya desthilatê bike.

Piştî hevdîtina bi AK Partiyê re, Heyeta Îmraliyê dê demjimêr 16:00an jî derbasî jûra Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bibe û bi rayedarên partiyê re jî derbarê pêvajoyê hevdîtinekê pêk bîne.

Piştî hevdîtinên îro, Parlamentoya Tirkiyeyê dê roja duşemê demjimêr 12:00an biçe Navenda Giştî ya CHPyê.

Di vê serdanê de Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.

CHPyê beriya niha rexne li şêwazê xebata komîsyonê girtibûn, lewma ev hevdîtin ji bo îradeya hevbeş a mixalefetê ya derbarê pêvajoyê wekî serdaneke girîng tê dîtin.

Heyeta Îmraliyê beriya niha çûbû serdana MHP, Partiya DEVA û Partiya Paşerojê jî.

Piştî serdana MHPyê û hevdîtina bi Devlet Bahçelî re Pervîn Buldanê ragihandibû ku pêvajo derbasî "qonaxa duyem" bûye û niha pêdivî bi "Yasaya Aştiyê" heye.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî piştgiriyeke tam dabû Heyeta Îmraliyê û gotibû:

"Pervîn Xanimê mijar bi zelalî anî ziman.

Ez îmzeya xwe davêjim binê her hevoka wê."

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî daxwaz kiribû ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoyê zêdetir agahiyan bide gel û pêvajoyê bi gavên bileztir bimeşîne.

Pervîn Buldanê piştî serdana Partiya Paşerojê diyar kiribû ku armanca wan a dawî ew e ku bi Erdogan re hevdîtinekê bikin.

Tê çaverêkirin ku piştî temamkirina trafîka partiyan, Heyeta Îmraliyê destûra çûyîna Girava Îmraliyê wergire.

Buldanê her wiha gotibû:

"Piştî serdanan, em plan dikin bi birêz Serokkomar re bicivin.

Pişt re bê guman dê serdaneke me ya Giravê hebe.

Di serdana Girava Îmraliyê de, em dê asta ku pêvajo gihîştiyê bi Abdullah Ocalan re parve bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst