Ensarîoglu û Bahçelî civiyan: 'Ew ji heqaretên li Leyla Zanayê aciz bûye'

1 demjimêr berê
Raman Gewrani
Nîşan Salîm Ensarîoglu Layla Zana Devlet Bahçelî Bursaspor Heqaret
A+ A-

Ensarîoglu û Bahçelî civiyan: `Ew ji heqaretên li Leyla Zanayê aciz bûye`

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kir.

Ensarîoglu diyar kir ku Bahçelî ji heqaretên ku li Leyla Zanayê hatine kirin aciz bûye û got, "Wî anî ziman ku zimanekî wiha zererê dide yekîtiya welatê me."

Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyaye û wêneyek parve kir.

Ensarîoglu diyar kir ku Bahçelî ji "heqaretên alîgirên Bursasporê yên li Leyla Zanayê aciz bûye" û gotinên Bahçelî wiha ragihandin:

“Wî anî ziman ku ew jî li hemberî bêexlaqiya ku li dijî Birêz Leyla Zanayê hatiye kirin bi bertek in û zimanekî wiha zererê dide yekîtiya welatê me.”

Salîm Ensarîoglu li ser naveroka hevdîtinê ev agahî dan:

“Me Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî di meqamê wî de ziyaret kir.

Me ew li gel Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dawetî Amedê kirin.

Ji ber rola pêşeng a ku wî li gel Serokkomarê me di pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' de girtiye ser xwe me spasdariyên xwe pêşkêş kirin.

Me bi hevparê xwe yê desthilatê Birêz Devlet Bahçelî re li ser bûyerên rojane dan û standina fikran kir.

Me di gelek sernavan de bi taybetî jî li ser pêvajoya Piştgiriya Neteweyî û Biratiyê nêrînên xwe jê re vegotin.

Wî her wiha anî ziman ku ew jî li hemberî bêexlaqiya ku li dijî Birêz Leyla Zanayê hatiye kirin bi bertek in û zimanekî wiha zererê dide yekîtiya welatê me."

Hişyariya "Sendroma Amerîkaya Latîn"

Ensarîoglu diyar kir ku wan li ser metirsiyên piştî pêvajoyê hişyarî daye û wiha pê de çû:

"Ji bo ku piştî bidawîhatina pêvajoyê 'Sendroma Amerîkaya Latîn' neyê dîtin me pêşbîniyên xwe parve kirin.

Me bal kişand ser wê yekê ku çalakiyên derqanûnî û bêexlaqî yên wekî madeyên hişbir û çetebûnê dikarin wan valahiyên hêzê yên ku çêbibin dagirin.

Me welatên Amerîkaya Latîn ku rêxistinan çek danîne mînak nîşan dan û behsa senaryoyên mîna wan kir.

Me bi taybetî tekezî li ser girîngiya amadekarîkirina ji bo paşerojê kir ku divê hemû alî bi fedakarî tevbigerin.

Me nêrînên xwe anîn ziman ku divê avakirina atmosfera aborî, civakî, çandî û derûnî ya herêmê di bin sernavên cuda de were bernamekirin.

Ez ji ber qebûlkirina nazik û nezaket a Birêz Devlet Bahçelî spasiya wî dikim

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst