Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ji HSDyê çi xwest?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yaşar Guler HSD Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, “Divê HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, dev ji gotarên cudaxwaz û nenavendî berde.”

Yaşar Guler her wiha ragihand ku pêvajoya çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramiya herêmê jî qonaxeke krîtîk e.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, di Civîna Nirxandina Salane ya ku li Wezareta Parastinê hat lidarxistin de bi nûnerên medyayê yên Enqereyê re civiya.

“2025 sala destpêkirina pêvajoyeke nû ye”

Yaşar Guler diyar kir ku 2025 bûye saleke dîrokî ya ku pêvajoyeke nû tê de dest pê kiriye.

Guler destnîşan kir ku pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror” a ku bi serkêşiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hatiye destpêkirin xwedî taybetmendiyeke pirreng û stratejîk e û got:

“Ev pêvajo, ne tenê ji bo welatê me, dê ji bo aştî, aramî û îstîqrara herêma me jî bibe alîkar.”

Guler îdia kir ku piştî biryara “fesihkirina rêxistinê” hejmara endamên PKKyê yên ku xwe radest dikin zêde bûye.

Guler got, “Ji serê salê ve 105, piştî biryara fesixkirinê jî 69 endamên PKKyê teslîm bûne.”

Wezîrê Parastinê da zanîn ku “operasyonên lêgerînê û îmhakirina şikeft û stargehan li hundir û derveyî sînor didomin.”

Yaşar Guler tekez kir ku dê rê nedin ku ti rêxistin û bi taybetî jî “PKK/YPG/HSD” li herêmê bibin hêzeke mayînde.

Hevkariya ewlehiyê ya bi Îraqê re

Guler diyar kir ku di têkiliyên Tirkiye-Îraqê de pêngaveke erênî heye û bi hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê re têgihiştineke hevpar çêbûye.

Guler got, “Em dê di çarçoveya hedefa herêma bêteror de hevkariya xwe bidomînin” û wiha pê de çû:

"Di pêvajoya pêş de bi domandina hevkarî û hevahengiya di navbera her du welatan de, em dê pirsgirêka terorê li van axan bi awayekî ku careke din nebe pirsgirêk ji holê rakin."

“Divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe”

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê jî axivî û îdia kir ku Rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de li qadê bersiva xwe nedîtiye.

Guler tekez kir ku divê “HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe û pêkhateyên ewlehiyê yên paralel ji holê rabin.”

Yaşar Guler li ser mijarê wiha got:

"Rêkeftina ku di çarçoveya prensîba 'yek dewlet û yek artêş' de hatibû amadekirin û 10ê Adarê di navbera HSD û rêveberiya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, niha li qadê pêk nehatiye û bi gavên şênber nehatiye piştgirîkirin.

Em dixwazin bi zelalî tekez bikin ku pêvajoya entegrasyonê divê ne bi îfadeyên nezelal, lê bi nexşerêyeke ku dîroka wê diyar, girêder û pêkan be were meşandin.

Di vê çarçoveyê de divê HSD ji hêmanên terorê were paqijkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, dev ji gotarên cudaxwaz û nenavendî berde, bi otorîteya navendî ve were girêdan û her wiha pêkhateyên ewlehiyê yên paralel ên li qadê teqez werin rakirin.

Wekî Tirkiye em ji destpêkê ve vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin."

Guler li ser pirsan diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedarên Sûriyeyê re "îradeya entegrasyonê" hatiye dîtin û got ku hevdîtinên bi Amerîkayê re jî didomin.

Guler tekez kir ku divê tevlîbûn ne wekî yekîneyan, lê “bireyesel (ferdı)” be, yan na ew dê wekî entegrasyon neyê qebûlkirin.

Çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê

Guler ragihand ku li Til Rifetê 302 kîlometre û li Minbicê jî 430 kîlometre, bi giştî 732 kîlometre tunel hatine îmhakirin.

Wî her wiha da zanîn ku ew çalakiyên tunelan ên li Reqa û Dêrezorê jî ji nêzîk ve dişopînin.

Kirîna balafirên şer û pêwendiyên bi Amerîkayê re

Guler li ser ketina balafira kargoyê ya leşkerî ya C-130î ya ku 11ê Çiriya Paşîn li sînorê Azerbeycan-Gurcistanê ketibû got ku qutiyareş li TUSAŞê tê lêkolînkirin û encam dê bi raya giştî re were parvekirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser kirîna balafiran jî got, di çarçoveya peymana bi Brîtanyayê re ew dê 20 balafirên şer ên Eurofighter Typhoon bikirin û hevdîtinên bi Amerîkayê re yên ji bo F-16 û F-35an jî didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst