Erdogan li ser pêvajoyê axivî: Em dê astengiya herî mezin rakin

01-12-2025
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê Civîna Kabîneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê astengiya herî mezin a li pêşiya biratiyê rakin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da û “pêvajoya çareseriyê" nirxand.

Erdogan diyar kir ku ew di nava hewldaneke jidil de ne da ku yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya aborî, aramî û biratiyê rakin.

"Em dê lîstika sed salî xera bikin”

Erdogan bal kişand ser pêvajoya heyî û got:

"Ez hêvî dikim û bawer dikim ku 'kembera biratiyê' ya ku em dê bi vê pêvajoyê li herêma xwe ava bikin, dê hemû hesabên qirêj serûbin bike.

Ev kember dê lîstikên sed salî xera bike û deriyên serdemeke nû veke."

Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku ew dê bêyî ku bikevin "xefika provokasyonan" û teslîmî zimanê hêrsê bibin, ji bo vê armancê bixebitin.

"Kurd, Tirk, Ereb û Tirkmen"

Erdogan tekezî li ser kevneşopiya dewletê û “hiqûqa biratiyê” kir û wiha pê de çû:

"Çi Sunî çi Şîe, çi Kurd, çi Ereb, çi Tirkmen bin, sibe dema serê me têkeve tengasiyê em dê dîsa li deriyê hev bidin."

Erdogan di dawiyê de got, "Em li hemberî torên kaosê yên ku dixwazin em winda bikin, serkeftina bi biratiyê diparêzin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst