Erdogan: Em ji bo rawestandina xwînê bi şev û roj dixebitin

16-05-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê Kongreya PKKyê Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û got, "Em şev û roj dixebitin da ku xwînê rawestînin.”

Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di Bernameya Festîvala Ciwanan de axivî.

Erdogan beşek ji daxuyaniya xwe ji bo pêvajoya çareseriyê terxan kir û got:

"Me 1000 sal in li ser vê axa ku welat û warê me ye têkoşîneke dijwar daye da ku em azad bijîn.

Me jin, mêr, ciwan, zarok, kal û pîr bi dehan hezar canên xwe ji dest dan.

Hêzên me yên ewlehiyê ji bo vî welatî bûn şehîd û bûn gazî. Xwedê cihê wan bike bihişt.

Ji bo rizgarkirina welat û gelê xwe ji vê belayê, em gavên hişyar û bibiryar diavêjin.

Heta ku em bigihîjin armancê em dê bêrawestan berdewam bin. Em dê teqez bigihîjin hedefa Tirkiyeye bêteror."

"Em şev û roj dixebitin da ku xwînê rawestînin"

Serokkomariyê Tirkiyeyê amaje pêşhatên dawî yên pêvajoyê kir û wiha domand:

"Em yek bi yek hewl didin ku aştî, aramî, agirbest pêk were. Em şev û roj dixebitin da ku xwînê rawestînin û rê li ber mirinê û zilmê bigirin.

Îro Tirkiye alahilgirê dîplomasiya mirovahiyê ye. Îro Tirkiye pêşengiya dîplomasiya aştiyê ya li cîhanê dike.

Tirkiye rexneyên herî bingehîn û pêşniyarên çareseriyên alternatîf bi zelaltirîn awayî dike.

Tirkiyeyek heye ku stêrka wê di çavkaniya cîhanê de dibiriqe. Tirkiyeyek heye ku hem li maseyê hem li qadê xurt e.

Tirkiyeyek heye ku ne tenê temaşe dike lê rê dide bûyer û pêvajoyan."

Erdogan anî zimên ku hin kes û alî ji xwefesixkirina PKKyê û biryara danîna çekan aciz bûne û got:

"Gava ku rêxistina terorê ragihand ku ew dê xwe fesix bike û dê çekan deyne, li hundir hinek jê aciz bûn.

Em behsa kê bikin û kê nekin, ew kesên ku rûyên wan li ser ekranan xemgîn in yan ew kesên ku di goşeyên xwe de şîn girêdane.

Nêzîk e ku biçin cem rêxistina terorê û jê bêjin 'Vê yekê nekin, terorê bernedin' heta niha ji terorê sûd werdigirtin.

Heke teror xilas bibe dezgehên wan dê wêran bibin, qadên wan ên îstismarê dê winda bibin û kelehên wan ên ji qûmê yên îdeolojîk dê hilweşin."

"Em dê vê sedsalê diyarî ciwanan bikin"

Erdogan di berdewamiyê jî de diyar kir ku ew dixwazin bi temamî dawî li pevçûnan bînin û wiha pê de çû:

"Tirkiyeya bêteror dê kevirê bingehîn ê Sedsala Tirkiyeyê be. Em dê vê berhemê wekî diyarî pêşkêşî we ciwanan bikin.

Heta niha me her çi kiriye, me ji bo gelê xwe, bi taybetî ji bo ciwanên xwe kiriye.

Me kir da ku ew rastî wan zehmetiyan neyên ku em tê re derbas bûne.

Me cehd kir da ku zarokên vî welatî nebin dijberên hevdu, nebin neyarên hevdû

"Dê li Tirkiyeyê demeke nû dest pê bike"

Em dixwazin ku em qedera xwe û êşên xwe bi hev re derbas bikin. Em şadî û xemgîniyên xwe bi hev re bijîn.

Erê em amade ne ku Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Laz, Elewî û Sunî bi hev re paşerojeke hevpar bi aramî û bi ewlehî hemêz bikin?

Naxwe em yek in, em bi hev re ne, em mezin in, em xurt in, em bira ne, em tev bi hev re Tirkiye ne.

Înşalah di demeke nêzîk de em dê Tirkiyeyê ji belayeke ku 40 sal in li ser pişta xwe hil dide, ebedî rizgar bikin.

Em dê vê jî bi hevdû re bikin. Em dê mil bi mil, bi hev re dest bi dest bikin. Em dê welatê xwe, gelê xwe, dewleta xwe bi hevkariyê ber bi sibehên xurttir ve bibin.

Dema ku em vê bidest bixin, li Tirkiyeyê demeke nû dê dest pê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst