Erdogan ji Rûdawê re got: 'Ez dê bi DEM Partiyê re bicivim'

25-06-2025
RÛDAW
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Lahey (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan ji Rûdawê re diyar kir ku ew dê van nêzîkan bi DEM Partiyê re bicive û got, “Li Tirkiyeyê ti pirsgirêkên me bi Kurdan re nînin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku li bajarê Laheyê yê Holendayê hat lidarxistin bû.

Recep Tayyîp Erdogan pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin û anî ziman:

“Pêwendiyên me li gel welatiyên Kurd ên herêma me gelekî baş in, wekî Serokkomarê wan ti pirsgirêkên me bi wan re nînin. Niha her tişt gelekî baş e.”

Serokomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku “nûnerên Kurdan” li Parlamentoya Tirkiyeyê “xwedî potansiyel û giraniyeke bihêz in û ev meş û ev birêveçûn berdewam e”.

Erdogan li ser hevdîtin û civînên li gel DEM Partiyê qala civîneke xwe ya berê ya bi Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê re kir û got:

“Wan daxwaza hevdîtinê kir, ez jî bi wan re li Ofîsa Serokkomariyê bi wan re civiyam.”

Erdogan her wiha eşkere kir ku ew dê hevdîtineke nû bi DEM Partiyê re bike û da zanîn:

“Ez bawer im ew daxwaza civîn û hevdîtineke nû dikin û di demeke nêzîk de em dê bi wan re bicivin.

Wekî min got ti pirsgirêk nînin.”

Erdogan di dawiya axaftina xwe de tekezî li “yekparçeyiya Tirkiyeyê” kir û ragihand:

“Li welatê min Kurd, Tirk, Laz, Çerkez û Ereb em hemû yek in.

Parastina yekparçeyî û yekgirtîbûnê erkê min e.

Em dê vê bi awayekî herî baş bikin.”

Lûtkeya NATOyê

Lûtkeya NATOyê ya li bajarê Laheyê yê Holendayê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku lûtkeya sala 2026an li Tirkiyeyê were lidarxistin.

Welatên ku endamên NATOyê ne li hev kiriye ku heta sala 2035an, ji bo mesrefên parastinê rêjeya ku ji berhema navxwe ya giştî vediqetînin bigihînin ji sedî 5an.

Li gorî encamnameya lûtkeyê, serokên 32 welatên endam pêbendiya xwe ya bi madeya 5an a NATOyê nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst