Parlamenterê Bursayê yê Partiya Paşerojê Kanî Torun ragihand ku divê Tirkiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê li Enqereyê bîne cem hev û wan li hev bîne.
Torun destnîşan kir ku rola navbeynkariyê ya Tirkiyeyê ya di navbera HSD û hikûmeta navendî de û dûrxistina vebijêrka şer ji bo herêmê gelekî girîng e. Kanî Torun diyar kir ku çareseriya leşkerî li Sûriyeyê ne çareserî ye û bi dayîna hinek desthilatan ji bo birêvebiriyên herêmî sîstemeke nenavendî dikare were bicihkirin.
Kanî Torun li ser pêvajoya çareseriyê û paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pirsên Rûdawê bersivandin.
Hevpeyvîna Rûdawî ya boi Kanî Torun re wisa ye:
Rûdaw: Hûn siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîmê çawa dinirxînin? Bi taybetî demên dawî hinek berpirsên hikûmetê û nûnerên partiyên siyasî li ser Peymana 10ê Adarê peyamên tund didin HSDyê û teqez dikin ku vebijêrka operasyona leşkerî li ser maseyê ye. Nêrîna we li ser vê mijarê çi ye?
Kanî Torun: Ez wisa difikirim ku divê Tirkiye di rewşa piştî şoreşê ya li Sûriyeyê de hemû gelê Sûriyeyê hembêz bike. Divê polîtîkayeke ku ne tenê Ereban lê Kurd, Durzî, Niseyrî, Mesîhî, Tirkmen û hemû gelan hembêz bike bimeşîne.
Di civakên ku ji şerê navxweyî derketine de avakirina birêvebiriyeke navendî ya xurt her tim zehmet e. Tecrûbeyan ev yek nîşan daye. Pêdivî bi qebûlkirina çareseriyeke nenavendî heye ku hinek desthilatên otorîteya navendî ji bo birêvebiriyên herêmî werin veguhastin. Di encamê de, bi dabînkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, di nav avahiya destûrî ya Sûriyeyê de nenavendîbûnek pêkan e. Ev peymana ku adara par hatibû îmzekirin, di rastiyê de daxwaza her du aliyan, ango hem ya birêvebiriya navendî û hem jî ya HSDyê ya ji bo jiyana bi hev re ya di nav aştiyê de nîşan dida. Mixabin ji ber sedemên ku em nizanin heta niha nehatiye bicihkirin.
Ji bo bicihkirina vê, li şûna gef û nîşandana çekan, divê Tirkiye hewl bide ku HSD bi rêyên dîplomatîk û di nav aştiyê de vê pêvajoyê temam bike û entegrasyon çêbibe. Daxuyaniyên tund û gefên ku em demên dawî ji Wezareta Parastinê û hinek siyasetmedaran dibihîzin ku her tim HSDyê tohmetbar dikin, ti feydeya wan nîne. Ez hewl didim bêjim ku şerekî di navbera Tirkiye û Kurdên herêmê de dê ji bo herêmê bibe wêranî. Çareseriya leşkerî ne çareserî ye. Ji bo ku entegrasyoneke aştiyane bi rêya dîplomatîk pêk were, divê Tirkiye hemû rêyan biceribîne.
Rûdaw: Bi dîtina we, divê Tirkiye li Sûriyeyê polîtîkayeke çawa bimeşîne? Bi taybetî di vê serdemê de ku behsa "pêvajoyeke nû ya çareseriyê" tê kirin, ma dema sererastkirina pêwendiyên bi Rojavayê Kurdistanê re nehatiye?
Kanî Torun: Bi dîtina min, divê Tirkiye li vir li şûna ku bibe aliyek, di navbera her du aliyan de rola navbeynkariyê bilîze. Divê çareseriyekê peyda bike ku hem hikûmeta navendî û hem jî HSDyê li ser xalên hevpar bîne cem hev. Ji bo vê jî divê hewlên dîplomatîk ên pêwîst bide. Em nikarin vê bûyerê tenê bi şandina peyamên gefxwarinê çareser bikin. Loma tiştê ku ez ê bibêjim ev e; helbet HSD hêza Tirkiyeyê li ber çavan digire. Birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê jî li ber çavan digire. Divê em vê hêzê ji bo aştiyê bi kar bînin. Divê her kes zanibe ku bi gefên leşkerî û bi bikaranîna artêşê li vir aştî nabe. Ango operasyoneke leşkerî dibe sedem ku rewşa vir bi awayekî ku êdî sererast nebe xera bibe. Berî ku ev yek çêbibe, pêdivî bi çalakiyeke siyasî û dîplomatîk heye ku her kesî li ser xaleke hevpar bîne cem hev. Erka Tirkiyeyê ev e.
Rûdaw: Berpirsên HSDyê eşkere dikin ku Sûriye êdî nikare bi birêvebiriyeke navendî were birêvebirin û daxwaza avahiyeke "nenavendî" dikin. Îro li Ewropayê gelek welatên pêşketî bi modelên federal yan nenavendî bê pirsgirêk tên birêvebirin. Tirkiye çima li dijî avahiyeke federal yan nenavendî ya ji bo Sûriyeyê bi vî rengî derdikeve?
Kanî Torun: Niha li wir metirsiya ku federalîzmeke herêmî di demeke dirêj de veguhere dewleteke serbixwe tê dîtin. Ji ber wê yekê li dijî federalîzmê ne lê ez vê bêjim; eger HSD bi awayekî nenavendîbûnê dixwaze, ji bo vê federalîzm ne şert e. Bi xurtkirina birêvebiriyên herêmî û veguhastina hinek mijarên herêmî ji bo parêzgehan, otonomiya herêmî dikare were dabînkirin. Ji bo vê divê mirov rûnê û biaxive. Ango bi qîrîna li hevdû û bi gefên li hevdû em nikarin bigihin encamê.
Wekî min got, rêya hevpar a ku dê li wir were dîtin, hem daxwaza nenavendîbûnê ya HSDyê û hem jî ya hikûmeta navendî ya derbarê yekparçeyiya axê de dabîn bike, xurtkirina birêvebiriyên herêmî yên li ser asta parêzgehan û veguhastina hinek desthilatên navendî ji bo van birêvebiriyan e. Ji ber ku ev dê bibe hewldaneke ku ne tenê HSDyê lê herêmên din jî li xwe bigire, ev dê di heman demê de bibe çareseriyek ku Laziqiye, Siwêda û Helebê, ango her derê rihet bike. Ez wisa difikirim ku divê li ser vê mijarê were axaftin û xebit bê kirin.
Rûdaw: Bi dîtina we, gava ewil a ku divê Enqere niha li Sûriyeyê biavêje çi ye?
Kanî Torun: Bi dîtina min, divê bêyî windakirina wextê berpirsên HSDyê werin vexwendin û ev mijar li Enqereyê were axaftin. Ango bi dûrxistina berdewam û bi gefxwarinê em nikarin bigihin encamekê. Divê her du alî, heta berpirsên birêvebiriya navendî jî werin vexwendin Enqereyê û mirov rûnê û vê mijarê bi hev re çareser bike. Ez bawer nakim ku ji xeynî axaftinê rêyeke din hebe. Bi qîrîna ji dûr ve û gefxwarin ne rêbazeke rast e. Helbet dema mirov neçar bimîne divê çekan bi kar bîne lê li vir bi dîtina min çek çareseriyek e ku divê neyê bîra mirov. Çimkî herêmê ji çekan gelek kişand. Niha divê mirov siyaseteke ku aştiyê dixe pêşiyê bimeşîne. Ji ber wê jî ez difikirim ku vexwendina berpirsên HSDyê û ne tenê wan, vexwendina hikûmeta navendî ya Sûriyeyê ya ji bo Enqereyê dikare vê mijarê li Enqereyê çareser bike.
Rûdaw: Serokê Giştî yê partiya we Birêz Ahmet Davutoglu diyar kiribû ku di demên borî de di hatina berpirsên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî ya Salih Muslim a ji bo Tirkiyeyê de roleke girîng lîstiye. Nexwe, niha hewleke partiya we ya ji bo vekirina qanaleke diyalogê ya di navbera berpirsên Rojavayê Kurdistanê û hikûmetê de heye?
Kanî Torun: Ne pêkan e ku hewleke me hebe. Çimkî ev tiştekî wisa ye ku divê bi temamî desthilat bike. Em rê nîşan didin. Di vê mijarê de serokê giştî jî berê dîsa heman tişt got. Ango divê mirov aliyan li Enqereyê bîne cem hev. Ez difikirim ku Tirkiye di vê mijarê de ezberên berê û hinek tirsên berê deyne aliyekî û her çi qasî zûtir be ji bo çareseriyeke aştiyane însiyatîfê bigire û aliyan li Enqereyê bîne cem hev. Ez difikirim ku çareserkirina vê pirsgirêkê di demeke herî nêzîk de, hem ji bo herêmê û hem jî ji bo pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror gelekî girîng e.
Rûdaw: Ma çi qasî rast e ku mirov pêvajoya li Tirkiyeyê tenê daxe ser mijara "entegrasyona HSDyê ya bi hikûmeta Şamê re"? Nêrînên we li ser vê mijarê çi ne?
Kanî Torun: Ev jî mijarek e ku mirov dikare li ser biaxive. Pêşî divê ji bo danîna çekan a PKKyê ya li Îraqê û vegera wan a ji bo welat yasayên pêwîst werin derxistin da ku pêvajo bidome. Girêdana vê mijarê tenê bi Sûriyeyê ve dê bibe sedema xitimbûna pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror. Wekî te got, divê Tirkiye ji bo çareseriyeke aştiyane li Sûriyeyê însiyatîfê bigire. Ev yek dê hem li hundir bibe sedema pêşketina pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror û hem jî li herêmê rê li ber rîska şer bigire. Wekî min got, herêmê ji şer gelek kişand. Pêdivî heye ku bêyî şerên nû, bi rêyên aştiyane û dîplomatîk ev pirsgirêk di demeke herî nêzîk de were çareserkirin û entegrasyona HSDyê ya bi hikûmeta navendî re were dabînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse