Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 20:44an erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan çêbûye.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî 6,89 kîlometre ye.
Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.
AFADê îro ragihand ku li Deryaya Egeyê di 5 rojan de zêdeyî 400 erdhejan çêbûne û ya herî mezin 4,8 pile bûye.
AFADê rewş wekî "bahoza erdhejan" bi nav kir û got ku di navbera 28ê Kanûna Paşîn û 3yê Sibata 2025an de li Deryaya Egeyê zêdeyî 400 erdhejan çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse