Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 16:04an erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbûye.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî 7 kîlometre ye.
AFADê rewş wekî "bahoza erdhejan" bi nav kir û got ku di navbera 28ê Kanûna Paşîn û 3yê Sibata 2025an de li Deryaya Egeyê zêdeyî 400 erdhejan çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse