Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbû

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan rû da.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 22:05an erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbûye.

Her wiha kûrahiya erdhejê jî 7 kîlometre ye.

Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst