Li 22 bajaran 96 kes hatin desteserkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya Murat Çepnî ESP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 22 parêzgehan li dijî MLKPyê operasyon hatine kirin û 96 gumanbar hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku operasyon bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û ji aliyê şaxên dijteror û îstîxbaratê ve hatine kirin.

Di nav parêzgehên ku operasyon lê hatine kirin de Stenbol, Enqere û Îzmîr jî hene.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, lêpirsîn li ser wan gumanbaran hatiye destpêkirin ku di nav pêkhateyên ciwanan û çapemeniyê yên rêxistinê de dixebitin.

Hat îdiakirin ku wan bi rêya civînên online ji birêvebirên bilind ên rêxistinê telîmat sitandiye û ew beşdarî çalakiyên salvegera 30emîn a damezirandina rêxistinê bûne.

Her wiha tohmeta "propagandaya rêxistinê" jî li gumanbaran hat barkirin.

Yerlîkaya derbarê operasyonê de got, "Têkoşîna me ya li dijî terorê ne tenê bi operasyonên li qadê sînordar e; ew xebateke piralî ye ku ewlehî, îstîxbarat, ragihandin û hevkariya navneteweyî li xwe digire.

Em ji bo dabînkirina aramî û îstîqrarê li her herêma welatê xwe têkoşîna xwe didomînin."

Li aliyê din, hat ragihandin ku di nav kesên hatine desteserkirin de Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Murat Çepnî û gelek rojnamegerên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî hene.

Hêzên ewlehiyê di biserdegirtinan de ji ESP, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) gelek kes desteser kirine.

Navên hinek kesên ku hatine desteserkirin wiha ne:

Murat Çepnî, Fatoş Çelîk, Hacer Elçîn, Okan Danaci, rojnameger Pinar Gayip, rojnameger Zuleyha Muldur û rojnameger Muslum Koyun.

Divê were gotin ku Murat Çepnî parlamenterê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Îzmîrê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst