DEM Partiyê bangî hikûmetê kir: Bakurrojhilatê Sûriyeyê ziyaret bikin

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyeyê Tulay Hatîmoglullariyê bang li berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê kir ku Rojavayê Kurdistanê ziyaret bikin û got, “Tirkiye dikare serdana bakurrojhilatê Sûriyeyê ziyaret bike yan jî rêveberiyên ji wê derê li Enqereyê pêşwazî bike.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de derbarê pêvajoya nû û rûdanên dawî yên li Tirkiye, herêmê û cîhanê axivî.

Tulay Hatîmogullariyê ji bo pêvajaya çareseriyê banga avêtina gavan li desthilatê kir û got:

“Divê di vê mijarê de gav bên avêtin. Ji bo avakirina aştiyeke mayinde û zindîhiştina bîrê û rûbirûbûna bi dîrokê re ev yek girîng e."

“Realîteya Kurdan bi rengekî dîrokî derdikeve pêşiya me”

Hatîmogullariyê ragihand ku di çareseriya gelek pirsgirêkên tevlîhev ên li  herêmê de Kurd bi roleke diyarker radibe û got:

“Ev yek deriyê derketina ji labîrenta Rojhilata Navîn e. Yên ku vî derî nebînin dê di nava vê labîrentê de winda bibin.

Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye, Sûriye, Îraq, Îran û tevahiya herêmê girîngiya realîteya Kurd bi rengekî dîrokî careke din derdikeve pêşiya me.”

Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê rola wê ya li herêmê gihandiye asteke krîtîktir û got:

“Gelekî girîng û pêwîst e ku Tirkiye êdî bi rola pêşeng û navbeynkar a aştiya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan rabe.

Pêwîstiya herêmê bi vê yekê  heye. Ev nêzîkatî dê hem bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê  û hem jî sûdeke mezin bi de aştiya herêmê.

“Tirkiye dikare berpirsên Rêveberiya Xweser li Enqereyê pêşwazî bike”

Em ji dil û can ji vê yekê bawer dikin.”

Hatîmogullariyê di berdewamiya axaftina xwe de bangî berpirsên hikumeta Tirkiyeyê kir ku Rojavayê Kurdistanê ziyaret bikin û got:

“ Wekî mînak, Tirkiye dikare bakurrojhilatê Sûriyeyê ziyaret bike, rêveberiyên ji wê derê jî li Enqerê pêşwazî bike.

Ji bo ku pêvajoya aştiyê bi gavên baş bi pêş ve biçe, ev yek dê  sûdeke mezin bike.

Ev yek ne tenê ji bo aştiya Kurd û Tirkan e, ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye.

Em careke din bi girîngî destnîşan dikin, em vê mijarê gelekî girîng dibînin û her carê tînin ziman.

Ev gavên bêne avêtin dê sûdeke mezin li aştiya Tirkiye û herêmê bike.”

 

Em careke din banga xwe dubare dikin, werin em aştiyê bi hev re ava bikin.

Di heman demê de aştiya herêmê bi hev re ava bikin.

Werin em Tirkiyeke demokratîk û komareke demokratîk bi hev re ava bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin