Hewlêr (Rûdaw) - Grûpek bi navê ‘Însiyatîfa Zarokên Agir’, teqîna li bajarê Sakarya yê Tirkiyê li xwe girt.
Grûpek bi navê ‘Însiyatîfa Zarokên Agir’ medyaya nêzikî PKKê re ragihandiye, teqîna di kargeha fîşekên hewaî de li Sakaryayê wan encam daye.
Di daxuyaniya wê grûpê de hatiye ku ew kargeh ji aliyê endamên wan ve hatiye teqandin. Di encama wê teqînê de 4 karkeran canê xwe jidest dane, 97 kesên din jî birîndar bûne.
Teqîn roja Înê, 03.07.2020 çê bû û li gor zanyariyan tevahiya kuştî û birîndaran jî sivîl in ku weke karker di wê kargehê de kar dikirin.
Şewata li wê kargehê piştî demekî dirêj hat kontrolkirin, lê ti tiştek li nava wê kargehê nemabû û bi tevahî şewitî bû.
Sê wezîrên Tirkiyê bi fermana Serokomarê Tirkiyê çûbûn cîhê teqînê û lêkolînên xwe encam dan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu di derbarê wê teqînê de ragihand ku paşmahiyên madeyên teqîner li wî cîhî hatine dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse