Li Stenbolê penabereke xelka Efrînê ji destê nexweşiya gurçikan dinale

03-09-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
 Heyat Yaqûb a 55 salî
Heyat Yaqûb a 55 salî
Nîşan Heyat Yaqûb Efrîn Penaber Stenbol Gurçik
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi deh hezaran xelkê ji Rojava û Sûriye ku xwe spartine Tirkiye di nava mercên giran û zehmet de dijîn. Nebûna derfetan, xerîbî û bêperetî bi taybetî ji kesên temendirêj dibin astengiyên jiyanî.

Pîrejineke bi navê Heyat Yaqûb ku heta beriya 8 salan li Efrînê xwedî xanî û mal û milk bû yek ji wan e. Niha li xerîbiyê çend nexweşî li laşê wê rabûne û bi taybetî gurçikên wê jiyana wê xistine metirsiyê. Ji ber ku pereyekî zêde tê xwestin Heyat nikare biçe li nexweşxaneyekê derman bibe û gurçikên xwe bide şûştin. Ji ber wê mirin hêdî hêdî nêzî wê dibe û bi saya Rûdawê ew û malbata wê dixwazin dengê xwe bigihînin xêrxwaz û kesên xwedî derfet.

Kirêya xaniyê wan her meh hezar û 100 lîre ye. Hûnê niha bibin şahide jiyanên wisa bê ka di qefeseke erzan ya çawa de derbas dibin. Di hundir de 6 zarok 6 jî mezin 12 kes dijîn. Wate, her kesek neçar e mehê bi 108 lîreyên tirkî, ango mehê bi heqê 54 nanan bijîn.

Çîroka herî dilsoj ya dayka Heyat e. Ji ber kû pîrejina 55 salî, 3 sal in bi çend nexweşiyan dijî û ew 3 meh in jî dernixûn razayî ye û nikare rabe ser xwe. Ji ber ku nexweşiya gurçikan zêde bûye divê dimildest heftane 3 caran biçe gurçikên xwe bide şûştin. Lê her seansek wê dike bi 200 dolar.

Ew koçberên ku ji Efrînê hatine. Tenê kurê wê kar dike û ne pere, ne nasname ne jî îqame heye. Xaltiya Heyat her roj bêhtir giran dibe û av di lingên wê re diavêje. Êşa canê wê ketiye ber hesreta Efrînê.Heyat Yaqup

Heyat Yaqûb, “Ez nexweş im, nexweşiya min destpêkê şekir bû, li lingê min derket, 5 emeliyat li lingê min kirin, ez baş bûm. Ez hatim mal, lê ez dîsa birim nexweşxaneyê û ev bû 3-4 meh jî av ji lingê min diçe. Ez heb, derman dixwim lê feyde nake.”

Miqtad, kurê Heyatê, dibêje, “Heftiyê sê rojan divê gurçikên wê bişûn. Em diçin ku derê dibêjin, cih tune ye, em diçin cihên din dibêjin, rojê 200 dolar hûn dê bidin em dê gurçikên wê bişûn, ez tenê di vê malbatê de dişûxilim. 10 mirov di destê min de ne, ez nikarim wî pereyî bidim, ti kes alîkariya me nake. Me telefona Hevya Sor a Tirkî kir, gotin ti karê me bi wê nîne.Em bi ku de herin, ev pîr di destê me dimire û em nikarin karekî bikin, tiştek jî tune ye em bifiroşin.”

Dilşan, keça Heyatê, dibêje, “Nexweşxaneya Medîpol li vir heye, wan 7500 dolar ji me xwestin, min got, pere bi me re tune ne, ez dê gurçikên xwe bifiroşim, doxtor got, wisa nebêje. Dayika min, eger em gurçikên wê bişûn baş dibe, em neşûn xerab dibe.”

Di nava vê malbatê de ku ji Celemê ya ser bi Cindirêsa Efrînê ve ne, her kesek xwedî çîrokeke koçberî, xerîbî û bêçaretiyê ne. Qîza dayka Heyatê Nazliye jî bêçaretiya xwe bar kiriye û tevî 4 zarok û hevjînê xwe hatine ketine ser mala birayê xwe. Hevjînê wê nexweşe û nikare bişuxule. Ji malê hatiye derxistin û tevê eşyayên xwe ew jî ketiye stuyê birayê xwe.

Nazliye, keça Xeyatê, dibêje, “Kurê min tenê dişûxile, malê digire, nikare bi kirê bigire. Ez jî nikarim kar bikim. Xizmeta dayika xwe dikim, birayê min li me dinêre.”

Li gor bijîşkan eger zûtir dem gurçikên dayka Heyat neyên şûştin wê mêjî û hemû organên wê yên din jî îflas bikin. Laşê wê diwerime, şekir zêde dibe û hêdî hêdî hemû gewdeyê wê xwe berdide. Dijberiya penaberan li nava Tirkiye li ser wê berz dibe ku koçber belaş diçin nexweşxaneyan û li nava vî welatî ji hemwelatiyan baştir dijîn. Lê va ye di hundirê vê mala li Bagcilar a Stenbolê de her tişt eşkere û zelal e bê ka rastiya rastîn çi ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst