Stenbol (Rûdaw) - Şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de bi hemû dijwariya xwe didome.
Di vê serdemê de Amerîka biryara alîkariya çekan ji bo Îsraîlê da.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê firotina 12 hezar bombeyên BLU-110 ji bo Îsraîlê bi hinceta "rewşa lezgîn" pejirand.
Şirketa Tirk Repkon USAya ku navenda wê li Teksasa Amerîkayê ye dê ji bo Îsraîlê bombeyên 450 kîloyî çêbike.
Ev biryar li Tirkiyeyê bû sedema bertekên tund.
Li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê komeke çalakvanan li ber navenda şirketa REPKONê çalakiyek li dar xist û nerazîbûn nîşan da.
Di destên çalakvanan de alayên Filistîn û Îranê hebûn.
Çalakvanan dirûşmên “Bazirganiya bi Îsraîlê re xiyanet e” û “Sermayeya destbixwîn bicehime” berz kirin.
Bêyî erêkirina Kongreyê difiroşin
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di çarçoveya şerê li dijî Îranê de, bêyî ku serî li pejirandina Kongreyê bide firotina teqemeniyên bi nirxê 151,8 milyon dolarî ji bo Îsraîlê erê kir.
Parçeyê sereke yê bombeyên BLU-110 ku wekî "stargehqulker" tên zanîn, dê ji aliyê şirketa Repkon USAyê ve bê çêkirin.
Tişta balkêş ev e ku Repkon USA, şaxê Amerîkayê yê şirketa parastinê ya Tirk REPKONê ye.
Navenda Repkon USAyê li bajarê Garlandê yê eyaleta Teksasê ye.
"Bombeyan ji bo armancên stratejîk bi kar tînin"
Çalakvan û Serokê Sendîkaya Egitim Îlke Senê Ahmet Ors got:
“Wekî kevneşopî helwesta Tirkiyeyê dîsa li aliyê Amerîka û NATOyê ye.
Em vê yekê qebûl nakin û red dikin. Em hewl didin ku Tirkiyeyê ji vê bereyê rizgar bikin.
Ew bombeyên ku stargehan qul dikin, li Libnan, Filistîn û Îranê ji bo kuştina pêşengên berxwedanê û ji bo armancgirtina xalên stratejîk tên bikaranîn.
Loma jî em bi van çalakiyan hewl didin pêşî li vê hilberînê bigirin.”
Ev koma ku ji nêzîkî sed kesî pêk tê, aktîvîstên koma "Konên Berxwedanê" ne.
Koma “Konên Berxwedanê” bi pêşengiya hinek kesayetiyên Îslamî, ji sala 2024an ve li Stenbol û gelek bajaran li dijî Îsraîl û şirketên Tirk ên ku bi Îsraîlê re bazirganiyê dikin çalakiyên "bêîteatiya sivîl" li dar dixe.
Çalakvana Konên Berxwedanê Esranur Bayirê jî wiha axivî:
“Ji roja 7ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve em ji bo li cem gelên mezlûm û berxwedêr bin li qad û meydanan in.
Em dibêjin eger hûn bixwazin ku Îsraîl tune bibe divê hûn wê xwedî nekin.
Yanî piştgirîdayîna berxwedanê bi piştgirînedana Îsraîl û Amerîkayê dibe.
Armanca me ya sereke jî ev e ku şirket û dewlet bazirganiya bi Îsraîlê re qut bikin.”
Mijar çû Parlamentoya Tirkiyeyê
Li aliyê din ÎYÎ Partiyê ev mijar xiste rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, ji bo ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bersivê bide pêşniyazpirsek da Serokatiya Parlamentoyê.
REPKONê bersiv da
Şirketa REPKONê sala 1978an li Stenbolê ji aliyê endezyar Ayet Azer Aranê ku bi eslê xwe ji Azerbeycanê ye ve hatiye damezirandin.
Ev şirket di warên pîşesaziya parastinê û teknolojiyên sêwirandina metalan de pispor e û berê jî bi artêşa Amerîkayê re xebitiye.
REPKONê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got ku li dijî şirketa wan “operasyona têgihîştinê” tê kirin.
Li gorî daxuyaniya şirketê, di vê pêvajoyê de REPKON ne xwediyê daxwaz, biryar û firotinê ye.
Her wiha şirketa REPKONê diyar kir ku ev îdia ne rast in û dixwazin zererê bidin nav û rûmeta şirketê.
CHPyê jî îdiayek derxist holê
Li aliyê din, li Tirkiyeyê desthilata AK Partiyê piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2024an biryar dabû ku bi awayekî fermî pêwendiyên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re qut bike.
Lê partiya sereke ya mixalefetê CHPyê îdia kir ku pêwendiyên bazirganî yên Tirkiye û Îsraîlê didomin.
Cîgirê Serokê CHPyê Murat Emîr da zanîn ku tenê di meha Kanûna Paşîn a 2026an de ji Tirkiyeyê bi bihayê 82,1 milyon dolarî kel û pel ji Îsraîlê re hatine hinartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse