Hewlêr (Rûdaw) - Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) ya Amedê ku bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" lê hatibû desteserkirin, piştî bi daxwaza girtinê bo Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqerê hat veguhestin hat girtin.
Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin û derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hatibû desteserkirin.
Semra Guzel li Rêveberiya Ewlkariya Stenbolê dihat girtin, îro ji bo îfayê bo Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat şandin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Guzel a ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû desteserkirin, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS), îfadeya wê wergirt.
Piştî îfadeyê, dozgeriyê bi daxwaza girtinê Guzel bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê kir.
Dadgehê jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" derbarê Guzelê de biryara girtinê da.
Serdozgeriya Komarê a Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da. Wê demê hatibû îdiakirin, ku Semra Guzel derketiye derveyî welat.
Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse