Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Torbaliyê ya navçeya Îzmîrê balafira perwerdeyê ket xwarê û pîlotê balafirê mir.
Li gorî agahiyan, balafira ku ji Balafirgeha Selçuk Efesê bi pîlotê xwendekar ji bo perwerdeyê bi firê ket, ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn, li Taxa Kirbaşê ya navçeya Torbaliyê ket xwarê.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.
Tîman tesbît kir ku pîlot miriye.
Diyar bû ku balafir, balafira perwerdeyê ya cureyê Cessna-172 ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse