Bahçelî: Ji çûna Îmraliyê tirsiyan û reviyan

04-12-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî CHP Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, birêvebiriya CHPyê bi tundî rexne kir û got, “Ji çûna Îmraliyê tirsiyan û reviyan.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Turkgunê de birêvebiriya CHPyê rexne kir.

"Ji qadê derketin"

Devlet Bahçelî diyar kir ku xebatên Komîsyonê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin, ber bi dawiyê ve hatine.

Bahçelî bi bîr anî ku 3 parlamenterên endamên Komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Bahçelî, CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir dike piştgiriyê nade pêvajoyê û got:

"Ji çûna Îmraliyê jî tirsiyan û reviyan. Îtirazên xwe bi gotinên tirsonek anîn zimên.

Di çareseriya pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê de reviyan û xwe dan alî.

Ez hêvî dikim ku rastiyê bibînin û ji qadê dernekevin."

Nivîsandina raporê dest pê dike

Bahçelî da zanîn ku Komîsyonê qonaxa guhdarîkirinê temam kiriye û pêngava din nivîsandina raporê ye ku eleqeya wê bi pêvajoya derbasbûnê re heye.

Bahçelî derbarê paşerojê wiha got, "Hedefa me ew e ku ji sala 2026an û pê ve em tundî û çek bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê derkevin.

Îradeya milî li ser pêyan e. Dem nemaye, êdî em di qonaxa dawî de ne."

Tohmeta gendeliyê li CHPyê

Bahçelî bal kişand ser îdiayên gendeliyê yên di nav CHPyê de û got, "Divê gendeliya herî xedar a sedsalê ronî bibe û edalet pêk were.

Helwesta birêvebiriya CHPyê ya ku her kesî tohmetbar dike, ne helwesteke rast e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst