Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di bernameya fitarê de amaje bi wê yekê da ku Kemal Kiliçdaroglu li beramber piştgiriya HDPê dê Tirkiyê bixe rêya rêxistina terorê û berdewamiya wan ya siyasî.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan roja Çarşemê di bernameyeke taybet a medya Tirkiyê de li ser mijarên di rojevê de axivî.
Erdogan careke din berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi terorê tohmetbar kir ku ji ber HDP piştgirî dide wî. Erdogan diyar dike ku dê 14ê Gulanê xelk biryara xwe bide û li gor biryara xelkê dê darizandin bê kirin.
Erdogan dibêje: “We heta niha qet dîtiye ku yekî CHP yî derketiye û PKK, YPG an jî HDP rexne kiriye. Na. Yan jî we qet dîtiye ku CHPê rexne li zimanê cûdaxwaziyê yê HDPê girtiye. Na. Dema HDP yî derketin û heqeretên giran li wan kirin û gotin hun bi saya me li wan kursiyan rûdinên jî we qet dît ku dengê wan derket. Na.”
Piştî HDPê berbijêrê serokkomariyê diyar nekir û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ligel HDPê civiya, Erdogan CHPê bi piştgirîkirina terorê tohmetbar dike û wek sedem jî piştgiriya HDPê nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse