Mijara koçberên Sûrî yên di nav Tirkiyê de rojane di nav siyaseta wî welatî de dibe sedama nîqaşan.
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak rexne li gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan digirtin ku digot em dê bo 1 milyon koçberên Sûrî xaniyan ava bikin û got: “Niha jî behsa wê yekê dikin ku ji berîka gel bo 1 milyon Sûriyan xaniyan ava bikin. Xirabiya bi vê astê nabe nezanîn.”
Mijara koçberên Sûrî yên di nav Tirkiyê de ku hejmara wan derdora 3 milyon 800 hezar e, rojane di nav siyaseta wî welatî de dibe sedama nîqaşan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku ji destpêkê ve pêdagir bû li ser wê yekê ku koçberên Sûrî bo welatên wan neyên vegerandin bi nêzîkbûna hilbijartinan û li ser nerazîbûnên gel di van demên dawî de helwêsta xwe ya berammber koçberan guheriye û behsa planên vegerandina wan koçberan bo welatê wan dike.
Erdogan herî dawî roja roja 3ê Gulana 2022ê bi awayek online beşdarî vekirina projeya çêkirina çend xaniyan li bajarê Idlibê yê Sûriyê bû ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li wir amade bû. Erdogan di axaftina xwe ya bi rêya vîdeokonfaransê de ragihand, ku ew hewil didin bo vegerandina 1 milyon koçberên Sûrî li 13 deveran xaniyan ava bikin.
Ev gotinên Erdogan di nav partiyên opozîsyona wî welatî de bûn sedema karvedanan.
Berdevkê Partiya Sereke ya opozîsyonê CHP Faik Oçztrak ku partiya wî ji destpêkê ve dijî hatina koçberan e û ji hikûmetê daxwaz dike ku koçberên Sûrî bo welatê wan bên vegerandin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî gotinên Erdogan anî ziman û got: “Niha jî behsa wê yekê dikin ku bo 1 milyon Sûriyan xaniyan ava bikin.”
Faîk Oztrak dibêje: “Şanazî bi xwedî derketina li 1.5 milyon koçberan dikirin. Şanazî bi wê dikirin ku bi hiştina koçberan li vir, bûne rêgir li beramber çûna koçberan bo Ewropayê û belavbûna rêxistinên terorî li nav Ewropayê. Niha jî behsa wê yekê dikin ku bo 1 milyon Sûriyan ji berîka gel xaniyan çêbikin. Xirabiya bi vê astê nabe nezanî.”
Li gor daneyên Komeleya Penaberan a Tirkiyê, heta 21ê Nîsana 2022ê hejmara penaberên Sûrî yên li Tirkiyê nêzîkî sê milyon û 800 hezar kes bûye û ji serê sale ve zêdeyî 25 hezar Sûrî hatine Tirkiyê. Ji sedî 98.7ê Sûriyan li bajaran bicîh bûne û tenê ji sedî 1.4ê wan li kampan dimînin.
Welatiyên Tirkiyê jî ji hebûna koçberan a li welatê xwe nerazîne. Li gor rapirsiya dawî ya Kompanya Optimarê, ji sedî 21ê xelkê li Tirkiyê dibêjin ku ji Sûriyan bêzar in. Derbarê sedeman de jî, ji sedî 32.2 dibêjin mafê wan zeft kirine. Ji sedî 69.2 dibêjin derfeta karkirina wan kêm dikin û li gor ji sedî 29.2ê wan jî derfeta wan a kar sînordar kirine. Ji sedî 18.8 dibêjin ji mana wan a daîmî nîgeran in. Ji sedî 13.6 dibêjin ji penaberên Sûrî ditirsin. Ji sedî 51.6ê beşdarbûyên rapirsiyê dibêjin ligel Sûriyan hest bi asayîşê nakin, ên ku dibêjin hest bi asayîşê dikin rêjeya wan tenê ji sedî 3.6 e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse