Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha gulanê 30 jin hatin kuştin.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, Rapora Cînayetên Jinan a Gulana 2025an eşkere kir.
Li gorî raporê, meha Gulanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 jin hatine kuştin ku temenê di navbera 19 û 65an de bûye.
Ji 30 jinên hatine kuştin 13 zewicî, 7 nezewicî, 5 jinebî bûne û rewşa 5an jî nehatiye zanîn.
10 jin ji aliyê kesûkarên nav malbatê, 6 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê û yên di pêvajoya berdanê de, 4 jin ji aliyê xoşewîstên xwe ve, 2 jin ji ber redkirina daxwaza xoşewîstî û zewacê û 2 jin jî ji aliyê zilamên nas ve hatine kuştin.
17 jin li cihên ku lê dijîn hatine kuştin, 4 jin li qadên giştî, 4 jin li cihên kar û 2 jin li herêmên bejahî hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse