Bîlançoya giran a 2025an: 391 jin hatin kuştin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) ragihand ku 2025an herî kêm 391 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Piraniya wan jinan li malên xwe û ji aliyê mêrên di nav malbatê de hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF), di daxuyaniya bi sernavê "Rapora Kuştina Jinan a 2025an" de eşkere kir ku di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an de herî kêm 391 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

TKDFyê da zanîn ku ji van bûyeran 297 wekî "kuştina jinan", 94 jî wekî "mirina biguman" hatine tomarkirin.

Li gorî raporê, bajarên ku herî zêde kuştin lê pêk hatine ev in: Stenbol (54), Amed (21), Îzmîr (20), Antalya (19), Enqere (16) û Edene (14).

Di raporê de hat diyarkirin ku ji jinên hatine kuştin; 165 zewicî, 100 ezeb, 38 cudabûyî bûne û 10 jin jî bi "mehra olî" bi mêran re dijiyan. Rewşa medenî ya 78 jinan jî nayê zanîn.

Her wiha hat eşkerekirin ku temenê jinên ji aliyê mêran ve hatine kuştin di navbera 2 û 83 saliyê de ye. Koma temenê 19–35 salî bi rêjeya ji sedî 46,4an koma herî bilind e.

Kujer kî ne?

Li gorî raporê, 137 jin ji aliyê mêrên di nav malbatê de hatine kuştin.

Di raporê de hûrgiliyên kujeran wiha hatin rêzkirin:

"59 jin ji aliyê mêrên ku ji hev cuda bûne yan di qonaxa cudabûnê de bûne, 30 jin ji aliyê mêrên ku dixwestin jê cuda bibin an daxwaza wan red kiribûn, 34 jin ji hêla mêrên ku pê re dijiyan, 21 jin ji aliyê mêrekî naskirî, 8 jin ji aliyê mêrên ku pêwendiya wan bi jinên malbatê re hebû û jinek jî ji aliyê mêrekî ku nedihat naskirin ve hatine kuştin."

Hatiye diyarkirin ku di 7 bûyeran de kujer nayê zanîn.

Piraniya wan bi çekan hatine kuştin

Di raporê de tê gotin ku sala borî 203 jin bi çekê, 78 jin bi amûrên birîndarker (kêr û hwd.), 19 jin bi xeniqandinê û 10 jin bi lêdanê hatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin ku 13 jin ji bilindahiyê ketine û canê xwe ji dest daye û 9 jin jî bi awayekî darvekirî hatine dîtin.

Hat ragihandin ku şêwazê kuştina 59 jinan nayê zanîn.

Dema li cihên kuştinê tê nêrîn, tê dîtin ku piraniya jinan di malên xwe de yan jî di qadên ku lê dijiyan de hatine kuştin.

Li gorî raporê; 253 jin li malên xwe yan li qada ku lê dijîn, 69 jin li qadên giştî, 25 jin li nav daristanan, 14 jin li cihê kar û 10 jin li peravên deryayê yan golan hatine kuştin. Cihê kuştina 20 jinan jî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst