Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) di bin siya nîqaşên navxweyî û doz û giliyên li ser şaredariyan de li Enqereyê Kongreya xwe ya 39emîn li dar xist.
Di roja duyem a kongreyê de Ozgur Ozel careke din wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin.
Ji ber helwestên xwe yên li dijî birêvebiriya CHPyê serokê berê yê vê partiyê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî kongreyê nebû.
Endamekî Kurd ê CHPyê jî got, “Min dixwest ku endamekî CHPyê yê komîsyonê bi şandeyê re serdana Îmraliyê bikira.”
Endam û parlamenterên CHPyê jî peyama yekrêziya nav CHPyê didin.
“Ev dê bibe kongreya me ya dawî ya wekî mixalefet”
Parlamenterê CHPyê Îzzet Akbulut li ser armancên partiyê axivî û got:
“Wekî ku serokê me yê giştî jî amaje pê kir; armanca kongreya me ew e ku em bibin desthilat û ev kongre wekî mixalefet bibe kongreya me ya dawî.
Em dê di kongreyê de endamên encumena xwe û endamên desteya dîsîplînê diyar bikin û paşê ji bo bicihanîna bernameya partiya xwe em dê li hemû navçe û gundan bigerin. Em dê hemû Tirkiyeyê hembêz bikin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê berê yê CHPyê û Serokê Şaredariya Ataşehîrê Onursal Adiguzel jî wiha got:
“Partiya Gel a Komarî kongreyeke gelekî bi hêz li dar dixe. Armancên me diyar in û kadroyên me amade ne.
Birêvebiriyên 81 parêzgeh û 973 navçeyan wekî yek namzed li pişta serokê xwe ne. Em meşa xwe ya ji bo desthilatê didin destpêkirin.”
Nîqaşa Îmraliyê û helwesta endamên Kurd
Di roja duyem a kongreyê de Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di gotara xwe de bersiva rexneyên neçûna CHPyê ya Îmraliyê da û got:
“Li şûna ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin çûna Îmraliyê wekî bingeha vê meselê hatiye dîtin lê ew helwesteke şaş e.”
“Min dixwest ku endamekî CHPyê biçûya Îmraliyê”
Endamên Kurd ên CHPyî jî di mijara çareseriyê de baweriyê bi partiya xwe tînin.
Endamê CHPyê yê Kurd Kenan Çelîk li ser mijarê nêrîna xwe wiha anî ziman:
“Derbarê aştî, azadî û biratiyê de û derbarê mijara Îmraliyê de ez wekî endamekî CHPyê, min gelekî dixwest ku endamên me yên li parlamentoyê yan endamên me yên di nav Komîsyonê de biçûna û li wir guhdarî bikira.
Me ev nîqaş di nav xwe de kir lê em bi hêvî ne, dema aştî çêbe em dê li pêşiya hemûyan lê xwedî derkevin. Aştî dê bi destê me were.”
“Em dê kongreyên xwe bi beşdarî hemû aliyan pêk bînin”
Endamê CHPyê yê Kurd Fevzî Donat jî got:
“Ez bi bawer û bi hêvî me. Di kongreya xwe de em dibêjin êdî dem dema desthilatbûnê ye.
Dê partiya me bi piştgiriya gel ber bi desthilatê ve bimeşe. Ez bawer im wekî mixalefet ev kongreya me ya dawî ye.
Em dê kongreyên xwe wekî desthilat bi beşdariya hemû aliyan û bi piştgiriya xelkê xwe pêk bînin.”
Di Kongreya 39emîn a CHPyê de Ozgur Ozel ku yek namzed bû careke din wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin.
Hezar û 300 delegeyên CHPyê dê roja sêyem a kongreyê de jî endamên Encumena Partiyê hilbijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse