Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Em gihiştine xaçerêyeke nû. Divê her kes berpirsyariyê werbigire û piştgiriyê bide.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li civîna koma partiya xwe axivî.
Erdogan di axaftina xwe de rexne li CHPyê girt ku piştgirî nedaye tezkereya leşkerî ya Îraq û Sûriyeyê û got ku ew li ewlehiya Tirkiyeyê nafikirin.
Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê jî diyar kir ku ew gihiştine qonaxeke nû.
"Em xebatên xwe didomînin"
Serokkomarê Tirkiyeyê wiha got:
“Em bêyî ku guh bidin tehriqan û bêyî ku rê bidin hewlên veşartî û eşkere xebatên xwe didomînin.
Du hefteyên dawî rûdanên girîng çêbûn. Me birêz Buldan û birêz Sancar li Kulliyeya xwe pêşwazî kirin û me hevdîtineke avaker pêk anî.
Me piştrast kir ku em xemên wekî hev parve dikin. Em di armanca Tirkiyeyeke Bêteror de gihiştin xaçerêyeke nû.
Pêwîst e her kes berpirsyariyê wergire. Wekî Hevpeymaniya Cumhurê, em tiştê ku dikeve ser milê me, dikin.
Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê jî bi civînên xwe mîsyona xwe ya damezirandinê bi awayekî serkeftî bi cih tîne.
Em nêrînên cuda girîng dibînin. Komîsyonê valahiyeke girîng dagirt.
Em nexşerêya komîsyonê girîng dibînin. Bi izna Xwedê, em dê vê pêvajoyê serkeftî bi dawî bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse