Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya nû got, “Em pêvajoyê nakin qurbana lîstikên emperyalîst û berjwendiyên şexsî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma radestkirina xaniyên û derbarê pêvajoya nû de axivî û peyamên girîng dan.
Erdogan got, "Em vê carê di pêvajoyê de bi tecrûbetir in û em ê nekevin xefikan."
"Em dê nekevin xefikan"
Erdogan tekez kir ku ew dê pêvajoyê nekin qurbana berjewendiyên şexsî û lîstikên emperyalîstan.
Wî got ku ew bi "hişê dewletê û tecrûbeya siyasî" tevdigerin û da zanîn ku eger pêvajo bi ser bikeve, "baronên şer û terorê" dê negihîjin armancên xwe.
Erdogan wiha got, “Biratiya me dê xurt bibe, hezkirina me dê zêde bibe. Deriyên nû dê li ber Tirkiyeyê û herêmê vebin."
"Kesên ji xwînê sûd werdigirin derewan belav dikin"
Erdogan hişyarî da ku her ku ew di pêvajoyê de nêzîkî armancê dibin, asta êrişan jî zêde dibe û got:
"Kesên ku ji xwîn, şer û nearamiyê sûd werdigirin, lez dane kampanyayên xwe.
Li aliyekî hewl didin bi nûçeyên bêbingeh malbatên şehîdan û gaziyên me bixin nav fikaran, li aliyê din jî bi derewên weke 'Muxtarî dê werin girtin, gundparêz dê bêkar bimînin' gelê me yê li herêmê aciz dikin.
Tiştekî bi navê girtina muxtariyan qet tune ye."
"Piştgiriyê didin armancên siyonîstan"
Erdogan her wiha hin alî bi derxistina fitneyê tohmetbar kir û got:
"Ew di heman demê de, bi teşwîqkirina alîgirên rêxistinê yên li Sûriyeyê, piştgiriyê didin armancên siyonîstên ku li herêmê li pey berjewendiyên xwe ne.
Ango wan hemû amûrên xwe xistine tevgerê. Derew, provokasyon û dezenformasyon, çi hebe di wan de heye.”
Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de got, "Em çi dikin, ji bo bilindkirina emaneta wan dikin.
Me heta niha gavek jî neavêtiye ku gaziyên me aciz bike, em dê ji niha û pê ve jî qet neavêjin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse