Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Hevserokên DEM Partiyê Ebru Gunayê ji Rûdawê re got, “Bi îhtimaleke mezin Îlham Ehmed dê bi rêya Zoomê tevlî konferansê bibe.”
Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk 6 û 7ê vê mehê (şemî û yekşem) li Stenbolê bi pêşengiya DEM Partiyê tê lidarxistin.
Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Berpirsa Peywendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay beşdarî bultena Rûdawê bûn û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Îlham Ehmed û beşdarbûn
Ebruyê li ser beşdarbûna Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got:
“Em dixwazin Îlham Ehmed were Stenbolê û beşdarî konferansê bibe. Em hêvîdar in ku bi awayê fîzîkî beşdar bibe û hewldanên me hene.
Bi îhtimaleke mezin Îlham Ehmed dê bi rêya Zoomê tevlî konferansê bibe.”
“Doza Kurdan êdî mijareke navneteweyî ye”
Wê da zanîn ku “Doza Kurdan êdî mijareke navneteweyî ye û dostên Kurdan li çar aliyên cîhanê ji bo Kurdan têkoşînê dikin.”
Ebru Gunayê diyar kir ku wan ji sazî û dezgehên demokratîk ên ku li Stenbolê baregehên wan hene re vexwendname şandine û wan ji MHP û AK Partiyê re jî vexwendname şandine lê hîn bersiv nehatiye.
Ebruyê li ser armanca lidarxistina konferansê diyar kir û got ku ew dixwazin tercuberên pêvajoyên aştî û demokrasiyê yên li cîhanê ji bo çareseriya doza Kurdan bikin rêber.
"Birêz Ocalan aktorê sereke ye"
Ebruyê diyar kir ku Ocalan di vê pêvajoyê de "aktorê sereke ye" û got:
“Pêwîstiyeke mezin heye ku Birêz Ocalan beşdarî pêvajoyê bibe.
Em li bendê ne ku ev nîqaşên navneteweyî û beşdariya rewşenbîrên cîhanî bibin wesîleya destpêkirina nîqaşeke rûbirû ya bi Ocalan re."
Ebru Gunayê bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan û beşdariya kesayetiyên navdar ên wekî xelatgirên Nobelê Jody Williams û Şirin Ebadiyê û got ku ew dixwazin peyama aştiyê bigihînin hemû cîhanê.
"Pêwendiyên navneteweyî girîng in"
Ebrû Gunayê diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên navneteweyî xurttir bikin û tecrubeya welatên din ên wekî Îrlanda, Katalonya, Afrîkaya Başûr û Hindistanê bi kar bînin û got:
"Em dixwazin fêrî tecrubeya wan bibin û ji bo me hatine wan gelekî girîng e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse