Pêşniyarpirsa HDPê ji ber gotina 'Bajarên Kurdan' hat vegerandin

06-04-2022
RÛDAW
Nîşan Bajarên Kurdan Cilûbergên Kurdî Parlamentoya Tirkiyê Dersîm Dag HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê pêşniyarpirsa parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag ku têde gotibû “Li bajarên Kurdan bo cilûbergên herêmî rê nehatiye dayîn” cardin lê vegerand.

Parlamentera HDPê ya Amedê Dersîm Dag îro 6ê Nîsana 2022ê derbarê qedexekrina cilûbergên Kurdî di ahengên Newrozê yên li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê de, ji bo ku Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu bibersivîne pêşniyarpirsek arasteyî Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê kir.

Dersîm Dag di pêşniyarpirsa xwe de gotibû “Bi taybet li bajarên Kurdan rê bo cil û bergên netewî nehatiye dayîn û bi hinceta cilûbergan kiryarên keyfî li dijî xelkê hatine kirin.” Lê Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê ji ber vê gotinê daxwaz kir ku pêniyarpirs li gor rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê bê sererastkitin.

Pêşniyarpirsa parlementera HDPê di çarçoveya maddeyên 67 û 96 ên Rêziknameya Navxweyî ya Parlementoya Tirkiyê lê hat vegerandin.

Di ahengên Newrozê yên parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hêzên ewlekariya Tirkiyê, rê nedabûn ku welatiyên Bakurê Kurdistanê bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî ahengên Newrozê bibin. Beşek ji welatiyên ku nerazîbûn dijî vê yekê nîşan dabûn jî hatibûn destserkriin.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst