Enqere (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, bi israr qala Komkujiya Enfalê ya rejîma Beisê ya li dijî Başûrê Kurdistanê dikin.
Ew ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku Enfalê wekî jenosîd nas bike.
Piştî daxwaza Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, nîqaşa li ser Enfalê di nav partiyan de jî germ bûye.
Parlamenterekî mixalefetê dibêje, bi taybetî ji ber bûyerên ku bi serê Ermeniyan hatine, dewleta Tirkiyeyê li ser mijara naskirina komkujiyan hestyar e.
Daxwaza naskirina jenosîdê
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo ku Komkujiya Enfalê ji aliyê parlamentoyê ve bê naskirin pêşniyaznameyek pêşkêş kir.
Sirri Sakik got, "38 sal berê li Başûrê Kurdistanê, di nava 3 salan de 200 hezar Kurd ji aliyê Sedamê kujer ve hatin kuştin. Divê ev parlamento komkujiyê bibîne."
Sirri Sakik di axaftina xwe de wiha pê de çû:
“Çawa ku Parlamentoya Tirkiyeyê komkujiyên Bosnayê wekî jenosîd nas dike û qirkirina li Filistînê dibîne, min jî pêşniyaryasayek amade kir û pêşkêşî vê parlamentoyê kir.
Pêwîst e ev parlamento, wê hovîtiya ku li hemberî birayên me hatiye kirin wekî jenosîd qebûl bike.”
Helwesta mixalefetê û tirsên dîrokî
Daxwaza Sirri Sakik di nav medya û siyasetê de jî rastî karvedanan hat. Piraniya aliyên siyasî qala êşa Enfalê dikin.
Lê heta niha ji bilî DEM Partiyê ti alî ji bo ku Enfal wekî komkujî bê naskirin daxwazeke yasayî nekiriye.
Li gorî parlamenterê Partiya DEVAyê hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ti bûyer wekî komkujî bi fermî nas nekiriye.
Parlamenterê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen li ser vê mijarê got:
“Gelek nimûneyên balkêş hene ku Hikûmeta Tirkiyeyê komkujiyan nas nake.
Yek ji wan kirinên Çînê yên deh salên borî ne. Li Turkistana Rojhilat a herêma Uyguran gelek karên li dijî mirovahiyê hatine kirin.
Li Ewropayê bi dehan welatan ev mijar wekî komkujiya çandê nas kiriye lê Tirkiyeyê biryareke wisa nedaye.”
Tevî ku gelek caran li Parlamentoya Tirkiyeyê hem parlamenterên mixalefetê hem jî yên desthilatê peyam li ser Enfalê dabin jî, ji ber balansên dîplomatîk hikûmet yan jî serokatiya parlamentoyê bi fermî mijara komkujiyê nayîne rojevê.
Hestyariya parlamentoyê
Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun jî nêrîna xwe wiha anî zimên:
“Bi taybetî jî ji ber mijara Ermeniyan me jî hinek tirsên dîrokî hene. Loma jî hem parlamento, hem hikûmet hem jî dewleta me di van mijaran de gelekî hestyar tevdigere.
Lê tiştê em niha qala wî dikin bûyereke nû ye, li ber çavê me qewimiye.
Ez bawer im eger mijar nebe amûrekî siyasî û îdeolojîk, wate hewleke cidî bê dayîn dê encamek jê derkeve.”
Parlamenterên DEM Partiyê heta niha gelek caran mijara Enfal û Helebceyê anîne rojeva parlamentoyê.
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigitê jî heman daxwaz ji bo Helebceyê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse