Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna “bertîlê” ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatibû destpêkirin de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek hat girtin û bûka wî ya berê Z.K. jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna “bertîlê” de biryara desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek û 2 gumanbarên din da.
Di daxuyaniya serdozgeriyê de hat diyarkirin ku Bocek û bûka wî ya berê Z.K. hatine desteserkirin û kurê Bocek M.G. Bocekê ku biryara desteserkirina wî hebû li derveyî Tirkiyeyê ye.
Serdozgeriyê di daxuyaniyê de got:
“Di çarçoveya lêpirsîna li ser sûcê bertîlê de ji ber du kiryarên cuda yên li ser 3 gumanbaran, kar û barên lêgerîn, destdanîn û desteserkirinê hatin kirin.”
Hûrgiliyên lêpirsînê
Li gorî agahiyên di dosyeya lêpirsînê de, di dema hilbijartinên xwecihî yên 2024an de kurê Bocek, M.G. Bocek, di hevdîtineke li ofîsa karsaz Y.Y. de ji bo xebatên hilbijartinê 25 milyon lîreyên Tirkî xwestiye û piştî ku ev mîqdar nehatiye dayîn, hat îdiakirin ku ji bo dayîna faturayeke 8,5 milyon lîreyî ya li hemberî xizmeta pêçandina wesayîtan, bi karsaz re li hev kiriye.
Di hûrgiliyeke din a dosyeyê de hat îdiakirin ku meha sibatê M.G. Bocek, li ser navê hevjîna xwe ya berê Z.K. ji şirketeke înşaatê bi 30 milyon lîreyî xaniyek kiriye û ev pere jî dîsa ji aliyê karsaz Y.Y. ve di sê beşan de ji şirketa înşaatê re hatiye dayîn.
Tevgera hesaban û dekont di raporên MASAKê de ne
Hat zanîn ku tevgera hesabên bankayê û dekontên têkildarî dayîna pereyan a ji şirketê re di raporên MASAKê de cih digirin.
Her wiha di qeydên HTSyê de jî hatiye tespîtkirin ku karsaz Y.Y. û M.G. Bocek beriya hilbijartinan çend caran li hev civiyane.
Kar û barên îfadeyê yên Muhîttîn Bocek û bûka wî ya berê Z.K. temam bûn.
Piştî kontrola tenduristiyê, Bocek û bûka wî ya berê Z.K. sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, Bocek bi biryara dadgehê hat girtin.
Bûka wî ya berê Z.K. jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Her wiha biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê jî li Z.K.yê hat birîn.
Hat zanîn ku Z.K.yê di îfadeya xwe de gotiye ku ew hûrgiliyên dayîna daîreya ku di çarçoveya protokola veqetînê de bi rêya şirketekê jê re hatiye dayîn nizane û M.G. Bocek ti karî nake û diçe û tê şaredariyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse